Şandeya Îmraliyê: Ji bo gelê Kurdistanê hêviyek pir mezin e 2025-02-18 12:51:39    SILÊMANIYE - Piştî hevdîtina di navbera Şandeya Îmraliyê û Serokê YNK’ê Bafil Talabanî û Cîgirê Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Qubad Talabanî daxuyanî hat dayîn û wiha hat gotin: " Hemû aktor û hizbên Kurdan ji bo aştiyê ji bo ku destkeftiyên xwe biparêz in bipêş bixin helwesta yekitiyê heye. Ev ji bo gelê me ji bo gelê Kurdistan hêviyek pir mezin e."   Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) serdanên xwe yên li Herêma Federe ya Kurdistanê ku li Hewlêrê dabû destpêkirin, îro li Silêmaniyeyê domand. Şandeyê îro li Debaşanê (Mala Celal Talabanî) bi Serokê Yekitiya Niştimanî Kurdistan (YNK) Bafil Talabanî û Cîgirê Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Qubad Talabanî re hevdîtin kir.   Şandeya İmraliyê piştê hevdîtina bi Bafil Telabanî, Kubat Telabanî û Şennaz İbrahîm Ahmed re goristana Mam Celal Telabanî ziyaret kir.    Li ser gora Celal Talabanî, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, derbarê hevdîtinan de daxuyaniyek kurt da.   Keskîn Bayindir di daxuyaniyê de wiha got:    "Me peyamên Birêz Ocalan gihand rêzdar Bafil û Kubat Talabanî. Me nêzî saetek û nîv hevdîtineke girîng pêk anî. Me li ser pêşeroja gelê Kurd, pêşeroja Rojava û aştiya nav gelê Kurdistan û Tirkiyê niqaş kir. Me dît ku, rola ku Mam Celal a ku ji bo aştî û lihevhatinê beriya niha lîst, îro Birêz Bafil û Kubat Talabanî jî dilîzîn. Wê aktorên Kurd di vê pêvajoyê de roleke dîrokî bilîzin, em vê yekê bawer in. Em gelek spas dikin ku xwedî helwesteke bi vî rengî ne.  Bila gelê me, gelê Kurdistanê dilrehet bin, hemû aktorên Kurdan îro jî bi vê dîdariya me derket holê ku bi dilxweşî, wê bi biratî bi hemû hêz û qeweta xwe dê piştgiriyê bidin proseya aştiyê û lihevhatinê. Ji ber vê yekê ji bo encama vê hevdîtina me em gelekî dilxweş û kêfxweş in.     Ji bo gelê Kurdistanê hêviyek pir mezin e   Di rojeva gelê Kurd de li Rojava, li Başur li Rojhilat gelekî alozî jî hene. Lê belê hêvî bendewariyê me yên mezin jî ji bo serkeftinê ji bo milletê kurd heye. Îro li ser bingeha yekitiyê li ser yekitiyê hemû aktor û hêzên Kurdan 3 roje em li Başurê Kurdistanê hevdîtin dikin li gel aktorên Kurdan. Hemû aktor tiştek dibêjin, çareseriya pirsgirêka Kurd bi pêşengiya rêzdar Ocalan dê hemû Kurd destkeftiyên mezin bi dest bikin. Çareserî û proseya aştiyê bi pêşengiya rêzdar Ocalan em bi rêzdar Ocalan bi înisiyatîfa wî û hêza wî bawer in û em bi hemû heza xwe çi ji destê me were ji bo çareserî bipêş bikeve em li gel rêzdar Ocalan li gel hêz û înisiyatifa wî ne. Lewma em li gel şandeya xwe em dikarin ji gelê xwe re ji hemû dinyayê re ji cihanê re parve bikin. Kurd ji bo pêvajoya aştiyê yek in. Hemû aktor û hizbên Kurdan ji bo aştiyê ji bo ku destkeftiyên xwe biparêz in bipêş bixin helwesta yekitiyê heye. Ev ji bo gelê me ji bo gelê Kurdistan hêviyek pir mezin e.    Em piştgiriya wan dixwazin   Ya dûyemîn berê me dixwest hemû hizbên siyasî ev şandeya me dîdarî li dar bixe. Lê bes îmkan derfetên me tûnebûn em hizbên siyasî ku me hevdîtin bi wan nekir em li ser navê heyetê lêborîn dixwazin. Bila bizanibin Rêzdar Ocalan qedir û qiymetekî herî mezin dide her ferdekî. Her kurdekî her hizbekî ku di nav kurdan li welatê me aştiyê û çareserî pêş bikeve. Em silavên Rêzdar Ocalan ji bo hizbên siyasên başûre Kurdistan ku me didarî li gel wan nekiriye em silavên Ocalan ji wan re rêdikin. Em hevî û bendewarî li wan dikin ku proseya ku Rêzdar Ocalan dixwaze bipêş bixe hemû aktorên Kurdan ku me hevdîtin bi wan re nekiriye em piştiriya wan dixwazin.    Em ê bi nivîskî parve bikin   Bi kurtasî em dîsa silavên xwe, dilsozî û dilgermiya xwe ji bo şandeya Yekîtiya Niştimanî dikin, bi taybetî jî ji bo serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê Bafil Talebanî û Cîgirê Herêma Kurdistanê rêzdar Kubat Talabanî dikin. Şandeya me hevdîtinên xwe îro li vê derê li Silpmaniyê bi dawî dike. Em ê berê xwe bidin Hewlêrê û şandeya me dê sibê biçe Tirkiyeyê. Roj ne diyar e lê di pêşerojê de şandeya me derbarê van hemû hevdîtinan de dê ji raya giştî re, ji gelê me re bi nivîskî parve bike. Em dîsa li ser navê şandeyê we bi rêzdarî silav dikin."