'Bi vîna gel berxwedan bi serkeftinê tacîdar bû' 2025-02-18 09:05:04   Mîdye Miqted   HELEB - Jinên li Helebê têkildarî salvegera êrişên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê diyar kirin ku li dijî êrişan ew di berxwedana xwe de bi israr bûn û wiha gotin:"Di roja me ya îro de jî ev taxên me di bin gefande ye lê em jî li berxwe didin. Her ku gef nû dibe soza nûkirina tekoşînê jî tê dayîn."   16’ê Sibata 2016’an de 27 komên çete êrîşî taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê kirin û xwestin bi êrîşê re taxê dagir bikin. Li hember vê êrîşê bersîveke xurt ji aliyê gel û şervana ve hate dayin, di encamê de taxa Şêx Meqsûd hat rizgarkirin. Jinên li Helebê têkildarî salvegera êrişên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê diyar kirin ku ew ê tu carî gavê paşde neavêjin û wiha gotin:"Bi derfetên pir kêm me jiyana xwe dewam dikir lê em û şervanên van taxan me soza xwe bi hev re kir yek. Ji bo dewamkirina berxwedanê em ê gavê paşde neavêjin."   'Hemû kêliyên xwe bi berxwedanê tijî kirin'   Yek ji berxwedêrên taxa Şêx Meqsûdê Suad Hesen têkildarî salvegera destpêkirina êrîşan axaftina xwe ji ajansa me re kir û wiha pê de çû:"Ez jî yek ji wan dayikên ku di nava berxwedana Şêx Meqsûdê de amade bûm. Em jî şahidê vê berxwedanê bûn. Bi taybet di nava van taxên ku niha em tê de berxwedanê bi bîr tînin jê re dihatin gotin Kolanên Muxabarat. Di van kolanan de me hemû kêliyên xwe bi berxwedanê tijî kiribû."   'Îradeya gel ji êrîşên wan mezintir bû'   Di dewamiya axaftina xwe de Suad Hesen qala hin kêliyên berxwedanê kir û wiha dewamî da axaftina xwe:"Dema ku şer bi ser van taxan de hat pir bi awayekî hovane bû. Çimkî hemû cure çekên giran û di nav de çekên kîmyewî li ser van her du taxan hat bikaranîn. Lê belê hejmara welatiyên taxê jî kêm bû derfet nîn bûn lê yên ku bersiva van êrîşan dan welatiyên van her du taxan bûn. Li tenişta wan jî Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Hêza Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) û Hêza Parastina Cewherî (HPC) ku hemû jî zarokên van taxan bûn, li ber xwe didan. Her çiqas şer mezin bû lê îradeya gel ji êrîşên wan mezintir bû."   'Armanca çeteyan vîna gelê taxê bû'   Di dewamiya axaftina xwe de Suad Hesen ev tişt bi bîr xist û got:"Di sala 2016'an de şer giran bû lê belê tevî wê yekê jî ji bo dayik tax û kolanên xwe bidin parastin zarokên xwe li malê dihiştin û berê xwe didan cebhe û qada cengê. Soza xwe bi şervanan re kirin yek, lê belê ji bo ku çete kîn û heyfa binketina xwe di van taxan de hilînin, heya roja me ya îro ev taxên me her di bin gefan de ne. Armanca çeteyan yekser vîna ji bo parastina taxên xwe dianîn cih. Li dijî vê yekê her tim berxwedana me jinan dewam kir. Jinên ku beşdarî berxwedanê bûn çi ji wan dihat xwestin bê du dilî pêk dianîn. Dema kesên şer dikirin birîndar dibûn, dayikan ew birîndar dibirin mala xwe û bi derfetên heyî ew tedawî dikirin."   'Em ê gavê paşde neavêjin'   Suad Hesen da zanîn ew ê tu carî gavê paşde neavêjin û wiha pê de çû:"Di dema ku şer giran bû li milekî çeteyên dewletên Tirk û di milekî din de jî hikumeta Şamê em xistibûn nava dorpêçê. Bi derfetên pir kêm me jiyana xwe dewam dikir lê em û şervanên van taxan me soza xwe bi hev re kir yek. Ji bo dewamkirina berxwedanê em ê gavê paşde neavêjin."   'Soza berxwedanê zindî ye'   Di dawiya axaftina xwe de Suad Hesen soza dewamkirina berxwedanê nû kir û wiha bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî:"Di roja me ya îro de jî ev taxên me di bin gefande ye lê em jî li berxwe didin. Her ku gef nû dibe soza nûkirina tekoşînê jî tê dayîn."   Bi berxwedanê bi ser ketin   Saya Osman jî têkildarî salvegera berxwedanê da zanîn, wan li dijî êrişan serî netewandine û wiha pê de çû :"Weke roja îro beriya 9 salan êrîş bi ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê dest pê kirin. Bi cureyên çekên giran êrîş bi ser van taxan de hat kirin lê belê bi berxwedana şêniyên van taxan êrîşên dijmin têk çûn û êrişkaran nikarîbûn vîna gel têk bibin."   'Bi nemirên xwe em şanaz in'   Di dirêjiya axaftina xwe de Saya Osman bi bîr xist ku tevî şer jî wan têkoşîna xwe dikirin û wiha got:"Di 2016'an de şer li ser taxê giran bû lê belê ji ber wê demê ez endamek çand û hunerê bûm. Me di eywanan de perwerdeya xwe didît. Me amadekariya xwe ji her çalakiyek ku wê bê lidarxistin dikir û bi vî awayî me da teqezkirin ku wê dijmin nikaribe çanda me tune bike. Di nava berxwedana Şêx Meqsûd de hevalên me yên Çand û Hunerê jî gihiştin asta pakrewantiyê. Her çiqas şehadeta wan ji bo me giran be jî lê ewqas jî em bi wan ser bilind in. Em ê di berxwedana xwe de bi israr bin. Em ê tu carî jî terka têkoşîna xwe nekin. "