'Berxwedana me ya li dijî komployê dewam dike' 2025-02-12 12:09:38   Mîdye Mîqted   HELEB - Jinên li Helebê yên tevli çalakiyên li dijî komployê bûn wiha gotin:"Bi destê hêzên komploger Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat girtin. Di kesayeta Rêbertî de xwestin ku komplo li ser gelê Kurd bi tevahî bidin meşandin û wan di qirkirinê re derbas bikin. Lê berxwedana me ya li dijî komployê dewam dike. "   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi komploya navneteweyî ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de destpê kir û di 15’ê Sibata 1999’an de ji Kenyayê hat revandin û teslîmê Tirkiyeyê hat kirin. Abdullah Ocalan ji wê rojê de ev 26 sal in di bin tecrîda giran de tê girtin. Li dijî komployê çalakiyên nerazîbûnê dewam dikin. Li Helebê jî gel dadikeve qada û çalakiyên li dijî komploya navneteweyî li dar dixin. Jinên tevli çalakiyan dibin ji ajansa me re axivîn.    'Berxwedana me ya li dijî komployê dewam dike'   Endama Yekîtiya Jinên Ciwan a bajarê Helebê Zeyneb Ebdo têkildarî komploya 15'ê Sibatê wiha got:"Bi destê hêzên komploger Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat girtin. Di kesayeta Rêbertî de xwestin ku komplo li ser gelê Kurd bi tevahî bidin meşandin û wan di qirkirinê re derbas bikin. Lê berxwedana me ya li dijî komployê dewam dike. "   'Em ê tekoşîna xwe li ser fikra Rêbertî dewam bikin'    Di dewamiya axaftina xwe de Zeyneb Ebdo got:"Ev bû 26 sal ku Rêbertî di girtîgeha Îmraliyê de li berxwe dide. Têkoşînek bê navber dide meşandin. Em jî silav û hezkirinên xwe ji Rêberê xwe re rê dikin. Îro bi saya felsefe û keda Rêbertî em weke ciwan gihiştin rojek weke îro ku em bibin xwedî ked û berxwedan. Em jî her li ser şop û fikra Rêbertî ne. Em ê tekoşîna xwe li ser fikra wî dewam bikin heya ku em azadiya wî ya fîzîkî misoger dikin."   Banga azadiyê   Di dawiya axaftina xwe de Zeyneb Ebdo banga xwe ji bo tevahî jinên ciwan rê kir ku her li ser piya bin heya ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan fîzîkî azad dibe.   'Ji bo azadiya Rêbertî têbikoşin'   Di heman demê de Birîvan Ebdelo jî axaftin kir û wiha got:"Ev ewqas sal in Rêberê me di nava girtîgehan de ye. Em dixwazin ku Rêberê me azad were berdan ji bo ku me tune bikin Rêberê me dîl girtin lê belê em nehatin tunekirin. Divê tevahî jinên ciwan ji bo azadkirina Rêbertî têbikoşin."