Îtiraz ji girtina Oznûr Deger hat kirin 2025-02-12 11:21:54       MÊRDÎN - Parêzeran li dijî binçavkirina rojnameger Oznûr Deger îtirazî girtina Oznûr Deger kirin.    Mudura JINNEWS'ê Oznûr Deger a ku di serdegirtina li navçeya Qoserê ya Mêrdînê di 7'ê Sibatê de hatibû binçavkirin, bi hinceta "propagandaya rêxistinê" bi hinceta parvekirinên xwe yên li ser medyaya dijîtal hat girtin.   Parêzerên Oznûr Deger daxwazname da û ji girtina Oznûr Deger re îtiraz kirin. Di daxwaznameyê de hat xwestin ku Oznûr Deger bê berdan û hat destnîşankirin ku xebatên pîşeyî weke sûc hatine dîtin.