Li dijî xespkirina îradeyê meş: Bijî Berxwedana Tişrînê 2025-02-02 15:28:25   SÊRT – Di meşa li Sêrtê ku nerazîbûnên li dijî qeyûman dewam dikin, êrîşên li dijî Bendava Tişrînê hatin vegotin.   Nerazîbûnên li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Sêrtê dewam dikin. Girseya gel li Parka Orhan Dogan a Taxa Barişê li hev civiya û bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî berxwedana gelê Kurd", "Qeyûmê diz", "Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin" û "Jin, jiyan, azadî" ber bi şaredariyê ve meşiyan. "   Hevşaredarên Sêrtê, parlamenterên DEM Partiyê, Rêxistina Navçeyê û gelek welatî tevlî meşa ku pankarta "Qeyûm derbeya li vîna gel e" vekirin. Di meşê de desteserkirina îradeyê bi çepik û tilîliyan hate protestokirin, bê navber dirûşmeyên "Qeyûm talan e berxwedan jiyan e", "Ji qeyûm re na, rêzê ji îradeyê re ye bigirin", "Bijî berxwedana Rojava", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" hatin berzkirin.    Di meşê de navên şaredariyên ku qeyûm tayînî wan hatin kirin jî hatin rêzkirin. Di meşê de bertek nîşanî êrîşên li ser bendava Tişrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî dan û bê navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana Tişrîn ê” berz kirin.  Di meşê de girseyê gelek caran sirûda "Berxwedan xweş doz e" xwendin.   Girse li parqa Orhan Dogan kombûn û bi pankarta “Qeyûm darbeya li dijî vîna gel e” heta şeredariyê meşiyan. Girseyê heta pêş şeredariyê stran strîn û dirûşmeyên; “Qeyûm talane berxwedan jiyane” ,”Kurdistan wê bibe goristan ji bo faşistan”, “Bijî berxwedana gelê kurd”, “Bêdengî mirine bêdeng nemîne”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Jin jiyan azadî” berz kirin. Girseyê bi dirûşmeyan bertek nîşanî tayinkirina qeyûm û êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Suriyeyê dan.   ‘Em qeyûm nas nakin’   Welatiyên derdorê jî bi çepikan piştgiriya girseyê kirin. Girse piştî meşê li pêş şeredariyê kom bûn û guvend gerandin. Piştî govendê daxuyanî da. Ewilî endamê meclîsa Şeredariyê Aykut Savaşe bi erebî axivî û bertek nîşanî tayinkirina qeyûm da. Berdevkê demê yê Sêrtê Osman Ozturk jî destnîşan kir ku tayinkirina qeyûm li dijî hiqûqê ye. Endamê TMMOBê Firat Şîmşek, Serokê Baroyê yê Sêrtê Muhammed Alptekîn, Berîtan Guneş Altın jî diyar kir ku têkoşîna wan a li dijî tayinkirina qeyûman wê bidomê û ev tişt gotin: “Qeyûm nîşan dide ku demokrasî tune ye. Demokrasî tune be aştî jî tune ye. Em qeyûm nasnakin. Em ê bi dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ li dijî qeyûm têkoşîna xwe bidomînin. Evşeredariya gel e û dê gel jî xwedî li şeredariya xwe derbikevin.”   Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş Altin diyar kir ku rêya aştiyê di demokrasiyê de ye û got, “Li şaredariyê li pişt me darbeyek li dijî demokrasiyê hat kirin û îradeya gel hat desteserkirin. Me weke maf, weke jin, qeyûmên bi pergaleke mêranî qebûl nekir û em ê qebûl nekin. Em ê nehêlin qeyûmên ku tên bajêr tiştên aîdî gel talan bikin û bidizin. Em ê tiştên ku kirine eşkere bikin. Tişta ku aîdê vî gelî ye em ê bidin gel."    ‘Em vê xwişk û biratiyê qebûl nakin’   Parlamenterê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek jî balkişand ser êrişên li ser welatiyên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê û ev tişt anîn ziman: “Em kuştina şanoger Bavê Teyar û êrişa li dijî welatiyên sivîl şermezar dikin. Qeyûm tenê qeyrana siyasetê kor dike. Heke bixwazin aştî pêk were divê dev jî sepana qeyûm berdin. Qeyûm û êrişên li dijî kurdan xizmeta aştî nake. Heke tu gelê kurd nas neke, vîna wî qebûl neke wê çawa xwişk û biratî pêk were. Em vê xwişk û biratiyê qebûl nakin. Heke hûn xwişk û biratiyê dixwazin xweseriya Rojava û destkêftiyên kurdan nas bikin.”   Hevserokê Giştî yê PÎA yê Ahmet Kaya jî anî ziman ku qeyûm li dijî hiqûqê ye û got: “Qeyûm tayînî şûna min jî kirin. Tevî ku min ji wê dozê beraat kir jî dîsa peyvira min a berê nedan min. Ew yek jî nîşan dide ku qeyûm sepana li dijî hiqûqî ye. Em çawa gotinên Serokkomar bawer bikin.”