Kobanê hat bombebarankirin: 7 jê zarok 10 kes birîndar bûn 2025-02-02 09:32:36   NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta Tirk  li gundê Aşmê yê rojavayî bajarê Kobanê malekî welatiyan bombebaran kir. Di êrîşê de 7 zarok bi giştî 10 kes birîndar bûn.   Dewleta Tirk bi balafirên şer li gundê Aşmê yê rojavayî bajarê Kobanê malekî welatiyan bombebaran kir. Hate ragihandin ku di êrîşê de 7 zarok bi giştî 10 kes birîndar bûn.   NavêN birîndaran wiha ne: Yûsif Cemal Derwîş (4 salî), Şîrin Silêman İsmaîl (5 salî), Avin Silêman Îsmaîl (2 salî), Mihemed Cemal Derwîş (8 salî), Xezalê Cemal Derwîş (2 salî), Heyfa Silêman Îsmaîl (35 salî), Sibah Silêman Îsmaîl (26 salî), Emina Cemal Derwîş (13 salî), Arin Cemal Derwîş (1 salî), Ehmed Îbrahim Derwîş (46 salî).