Li Iraqê ji bo azadiya Abdullah Ocalan însiyatîf hat avakirin 2025-01-23 12:51:40         NAVENDA NÛÇEYAN - Ji aliyê beşek ji rewşenbîr, rojnamevan, nivîskar, hunermend û siyasetmedarên Iraqê ve, bi armanca azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan însiyatifek ji bo belavkirina fikir û felsefe û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hate ragihandin.   Her ku diçe li seranserê cîhanê fikir û felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hîn bêhtir tê famkirin û belavkirin, li ser vê yekê jî xebat û çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan her diçe zêde û berfireh dibin. Di heman çarçoveyê de beşek ji rewşenbîr, rojnamevan, nivîskar, hunermend û siyasetmedarên Iraqê bi daxuyaniyekê însiyatîfek ji bo azadiya Abdullah Ocalan ragihandin.   Daxuyanî wiha ye:   “Abdullah Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo azadî û xwişk û biratiya gelên li Rojhilata Navîn têkoşîn dike. Her wiha ji bo mafên jinan têkoşîn dike. Me jî ji bo azadiya Rêber Ocalan pêngavek ragihandiye. Bi rêya çalakiyên çandî û fikrî ji bo pênasekirin û belavkirina fikrê Ocalan xebat didin meşandin û daxwaza azadiya fîzîkî ya wî dikin. Ocalan ji bo doza rewa ya gelê xwe bedelên mezin da û ji bo mirovahiyê ku doza azadî û rizgariya ji lepên neheqî û zilmê ye gelek qurbanî da. Lê prensîbên xwe û pêşengiya Tevgera Azadiyê nekiriye qurban, her tim ji bo serkeftinê têdikoşe.   26 sal in di zindaneke nemirovane de tê ragirtin. Demeke dirêj ji cîhanê, gelê xwe û gelên Rojhilata Navîn dûr ketiye û zêdetirî 30 sal in ji bo azadiyê têdikoşe. Fikrên Abdullah Ocalan bi têkoşîna alîgir û kadroyên wî yên di nava gelê xwe û gelên azad ên cîhanê de, êdî li qada herêmî û navneteweyî deng vedaye û rêgirî li dagirkeran dike. Heta yên ku ew girtin jî niha bi wî re danûstandinan dikin. Ango çima em yên ku daxwaza azadiyê dikin, parastina wî nekin. Abdullah Ocalan di wateya neteweperestiya şovenîst a kevneperest de ne neteweperwerekî kevneperest û ne jî tundrewekî olî bû, ew çepgirekî adil bû.   Em komek rewşenbîr, rojnamevan, nivîskar, hunermend û siyasetmedarên ku parastina azadî û wekheviya civakê dikin, ‘Însiyatîfa Iraqê ya ji bo Azadiya Ocalan’ radigîhin ku wê ji bo nasandin û belavkirina fikrê Ocalan xebat bimeşîne.   Dem dema wê ye ku hemû cîhan bi vî ramanwerê xwedî wijdan, serokê siyasî û girtiyê ku ji azadiyê hez dike û ji bo wê têkoşîn dike, weke mafekî pîroz ê hemû gelan, di hemû civakan de bi azadî û demokrasiya xwe bawer bû, bibin yek. Bawerî bi azadî û demokrasiya hemû civakan heye. Dem hatiye ku ev ramanwerê mezin û gelê wî bi azadî bijîn.”