Jina tevli greva giştî bû hat binçavkirin 2025-01-23 11:14:54     NAVENDA NÛÇEYAN -Çalakvana mafên jinan Suheyla Mutaî bi hinceta tevlî greva giştî bûye ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hat binçavkirin.    Li gor nûçeya Kolbernewsê, duh hêzên rejîma Îranê li bajarê Dêwlan yê bi ser bajarê Sine bi hinceta ku çalakvana mafên jinan Suheyla Mutaî tevlî greva giştî bûye, binçav kirin.   Hêjayî bibîrxistinê ye duh (22 Çile) li seranserî Rojhilatê Kurdistanê li dijî erêkirina cezayê darvekirinê yê girtiyên siyasî yên Kurd Werîşe Muradî û Pexşan Ezîzî greva giştî pêk hat. Tevayî bazar, dikan û cihên giştî girtî man.