Leyla Saraç li Nisêbînê pirtûka xwe îmze kir 2025-01-22 15:02:13     MÊRDÎN - Helbestvana Kurd Leyla Saraç di îmzekirina pirtûka xwe ya helbestan a bi navê "Dema tu çûyî" de bal kişand ser êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rojava û komkujiyên sivîlan.    Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo pirtûka helbestê ya helbestvana Kurd Leyla Saraç a bi navê “Dema tu çûyî” çalakiyek îmzekirinê hat lidarxistin. Dayîkên Aştiyê, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Parlamentera Mêrdînê Bêrîtan Guneş, Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê ya li şûna wê qeyûm hat tayînkirin Devrîm Demîr û gelek kes tevlî çalakiya li Navenda Çand û Hunerê ya Rengîn bûn.   Bal kişand ser Rojava   Leyla Saraç piştî danasîna xwe mafê axaftinê girt û got, “Beriya ku ez dest bi axaftina xwe bikim, ez dest bi şermezarkirina êrîşên li ser çar parçeyên Kurdistanê yên li dijî me dikim. Bi taybetî kesên di komkujiya Bendava Tişrîn a Rojava de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînim. Em bi Bavê Teyar re mezin bûn. Em bi henekên wî mezin bûn. Hunermend û rojnamegerên me tên qetilkirin. Em careke din van êrîşên dewleta Tirk şermezar dikin. Her wiha em cezayê darvekirinê yê li  Pexşan Ezîzî li Îranê  şermezar dikin û daxwaz dikin ku di zûtirîn demê de ev biryar were paşxistin. Dîsa 6 hevalên me yên rojnameger hatin girtin. Bi awayê bêhiqûqî bi ser Kurd-Penê de hat giritn. Bi dehan rojname û pirtûkên me hatin desteserkirin. Ev hemû nîşaneyên bêtehamuliya li hemberî kurdî ne."   Behsa pêvajoya girtina xwe kir     Leyla Saraç, diyar kir ku wê di zarokatiya xwe de dest bi xebatên çand û hunerê kiriye û diyar kir ku piştre ji ber sedemên siyasî hatiye girtin. Lê Leyla Saraç, diyar kir ku li girtîgehê xebatên xwe yên çand û hunerê domandine û got, “Hema bêje tu kes ji me nîne ku neketiye girtîgehê. Lê wêderê jî qada têkoşînê ye. Me li wir jî ji bo zimanê xwe yê qedexe têkoşîn meşand. Me ji gelê xwe re soz dabû ger em binivîsin divê em bi kurdî binivîsin."   'Divê em xwendina Kurdî teşwîq bikin'   Leyla Saraç avabûna Komara Tirkiyeyê bi bîr xist û got, “Komar li ser înkara Kurdan hat avakirin û piştre gelek plan hatin kirin. Kurdî bi dirûşma 'Tirkî biaxive, zêde biaxive' hat înkarkirin. Ji sala 1923’an ve nikarin ziman û çanda me tune bikin. Lê xeterî didome. Em ji bo zimanê xwe, hebûna xwe, çanda xwe têdikoşin. Ji ber vê yekê divê em xwendin û nivîsandina kurdî teşwîq bikin”    Çalakî bi îmzekirina pirtûkê bi dawî bû.