Li Rojhilatê Kurdistanê greva giştî ya ji bo Pexşan û Werîşe destpêkir 2025-01-22 11:37:46       NAVENDA NÛÇEYAN - Li ser daxwaza 6 partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê li dijî erêkirina cezayê darvekirinê ya girtiyên siyasî yên Kurd Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî îro li seranserî bajarên Rojhilatê Kurdistanê greva giştî hat destpêkirin.   Îro ji saetên sibehê ve li seranserî Rojhilatê Kurdistanê li dijî erêkirina cezayê darvekirinê ya girtiyên siyasî yên Kurd Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî greva giştî hat destpêkirin.   Her wiha çalakvan, azadîxwaz, malbatên girtiyên siyasî û qurbaniyên serhildana ‘jin jiyan azadî’, xwendekar û aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê daxwaza hilweşandin û ragirtina cezayê darvekirinê yê her du girtiyên siyasî yên Kurd Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî dikin.   Hêjayî gotinê ye di 8’ê Çileyê Parêzerê girtiya siyasî Pexşan Ezîzî, Emîr Reîsiyan ragihand ku Dadgeha Bilind a Îranê cezayê darvekirinê yê ku li Pexşan Ezîzî hatibû birîn erê kiriye. Her wiha diyar kir belgeyên ku wan ji bo parastina Pexşan Ezîzî pêşkêş kiribûn, ji aliyê dadgehê ve hatine redkirin.