'Polîtîkayên bêcezahiştinê cesaretê dide kiryaran' 2025-01-21 09:02:47     WAN - Parlamentera DEM Partiyê ya Agirî Nejla Demîr, diyar kir ku helbet ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê polîtîkayeke bi giştî pêwîst dike û got: "Sazî û rêxistinên jinan ên li dijî tundiya li ser jinê têdikoşin bên destekkirin û divê butçeya jinan bê amadekirin. Ji bo bidestxistina van hemûyan divê em xwe bi rêxistin bikin."   Li Tirkiye û Kurdistanê roj bi roj qetlîamên jin û zarokan zêde dibin. Li gorî bîlançoya şîdetê ya sala 2024’an a ajansa me weşandiye, 358 jin û 43 zarok hatine qetilkirin, 221 jin û 31 zarok bi guman jiyana xwe ji dest dane. Polîtîkayên hikûmetê di zêdebûna kuştina jinan de faktora sereke ye. Di dema ku mafên bidestxistî yên jinan tên hedefgirtin, polîtîkayên bêcezakirinê hema bêje destekê dide komkujiyên jinan.   Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Agiriyê Nejla Demîr, têkildarî zêdebûna komkujiyên jinan û polîtîkayên bêcezahiştinê ji ajansa me JINNEWS'ê re axivî.    'Em dizanin jin bi tesadufî namirin'   Nejla Demîr, diyar kir ku dewlet bi polîtîkayên ku 23 sal in dimeşîne komkujiyên li ser jinan zêde kiriye û got, ji aliyekî ve qetlîamên li ser jinan her ku diçe zêde dibin, li aliyê din jî êrişên li ser destkeftiyên jinan berdewam dikin. Nejla Demîr diyar kir ku qetlîamên li ser jinan ne pirsgirêk tenê bi Tirkiyeyê re sînordar e û got: “Ev pirsgirêk pirsgirêkeke ku li hemû cîhanê her ku diçe kûrtir dibe. Lê li Tirkiyeyê hîn bêhtir bi êş bûye. Pêdivî ye ku em li ser lêkolînên kûrtir ên mirinên jinan ên bi guman biaxivin. Ji ber ku em dizanin jin bi tesadufî namirin. Pir caran ketina ji balkonê bi tesadufî pêk nayê. Piraniya mirinên ku wekî xwekuştin hatine tomar kirin gumanbar in. Tevî ku bi ezmûn û daneyan tê îspatkirin ku xwekuştina jinan dibe nîşana zext û tundiyê û rastiya ku piraniya cînayetan bi navê 'întîxar'ê tê girtin, mirinên ku wekî xwekuştin hatine tomarkirin divê bi taybetî bi kûrahî were lêkolîn kirin."    'Divê em berxwedana xwe mezin bikin'   Nejla Demîr, anî ziman ku jin li Tirkiyeyê nikarin xwe bi ewle hîs bikin û wiha bi lêv kir: “Malbatên ku tê de dijîn jî dikarin ji bo jinan tehdîd bikin. Her wiha piraniya jinên hatine qetilkirin ji aliyê zilamên naskirî ve tên qetilkirin. Digel ku dane gihîştiye van pîvanên tirsnak, em bi tenê ne xwediyê pozîsyonek e ku em wan analîz bikin. Têkoşîna li dijî van komkujiyan divê berpirsyariya me ya sereke be. Şer bi rêxistinbûnê dibe. Divê em hemû mafên xwe bi taybet jî mafê jiyanê bi rêxistin bikin û biparêzin. Divê em bi mezinkirina destkeftiyên jinan berxwedana xwe mezin bikin. Divê em bi taybet li dora prensîbên hevserokatiyê û temsîliyeta wekhev bibin yek."   'Polîtîkayên qeyûman di zêdekirina kuştina jinan de bi bandor e'   Nejla Demîr, diyar kir ku bi salan e dewlet êrişî destkeftiyên jinan dike û da zanîn ku, bi taybet piştî desthilatdariya qeyûman tundiya li ser jinê zêde bûye. Nejla Demîr wiha dirêjî da axaftina xwe: “Nebûna saziyên ku jinên rastî şîdeta malbatî û tundûtûjiyê tên û di bin zextê de ne, krîmînalîzekirina qeyûman û girtina saziyên jinan ên di nava şaredariyên me de dixebitin, hedefgirtin û girtina jinên ku bi taybetî bi jinan re eleqedar in. Pirsgirêkên ku têkoşîna jinan dimeşînin, li hemberî van pirsgirêkan bêçare dihêle."   'Polîtîkayên bêcezakirinê sûcdaran teşwîq dike'   Nejla Demîr da xuyakirin ku hikûmet bi polîtîkayên bêcezakirinê û kêmkirina cezayan sucdaran teşwîq kiriye û destnîşan kir ku ev polîtîka bûne sedema sereke ya zêdebûna kuştina jinan û wiha nêrînên xwe anî ziman: “Bi vekişîna ji Peymana Stenbolê û nîqaşên li ser xala 6284’an re rê li ber zêdebûna her cure tundiya li ser jinê vekir. Derbarê kuştina jinan agahî nayên girtin. Wezaret van daneyan nagire û raya giştî agahdar nake. Tenê daneyên ku hene em ji çapemeniyê bi dest dixin. Ev bi tena serê xwe giraniya pirsgirêkê eşkere dike. Ev hemû sedem in ku li Tirkiyeyê tundiya li ser jinan zêde bibe."   Xwerexistinkirina li dora 'Jin Jiyan Azadî'    Nejla Demîr bal kişand ser girîngiya xweparastinê û wiha axivî: "Eger em zêdetir bi rêxistin bibin û bi hev re têkoşînê bikin, em ê li hemberî komkujî û her cure şîdetê mertal çêbikin. Divê em li dora paradîgmaya 'Jin Jiyan Azadî' ya ku gerdûnî bûye û veguheriye paradîgmaya berxwedan û hebûna jinê ya li hemû cîhanê, xwe bi rêxistin bikin û hemû mafên xwe bi taybetî mafê jiyanê, wekhevî, azadî û têkoşîna nasnameyê biparêzin. Di serî de jinên ciwan li dijî polîtîkayên şerê taybet divê xwe bi rêxistin bikin. Armanca me ya sereke ew e ku em li dora vê felsefeyê bibin yek, bêyî ku kêliyekê ji bîr bikin ku yekane rizgariya jinên Rojhilata Navîn paradîgmaya ‘Jin Jiyan Azadî’ ye."   'Em jinan vedixwînin rêxistinbûn û têkoşînê'   Nejla Demîr, bal kişand ku xala herî girîng ku ew diparêzin avakirina Wezareta Jinê ya li Tirkiyeyê ye û wiha diyar kir: "Em ji bo pêkanîna paradîgmaya hevserokatiyê û temsîliyeta wekhev di hemû saziyan de, ji bo pêşîgirtina li kuştina jinan, ji bo bidawîkirina xizaniya jinan û avakirina jiyaneke wekhev têdikoşin. Weke hûn jî dizanin, me weke Meclîsa Jinan a DEM Partiyê kampanyaya ‘Em di Jiyana Azad û Wekhev de israr dikin’ da destpêkirin. Em bang li hemû jinan dikin ku bi rêya we vê kampanyayê xwe bi rêxistin bikin û têbikoşin.”   'Ji bo pêşî li tundiyê bê girtin divê kiryar bên cezakirin'   Nejla Demîr wiha dawî li axaftina xwe anî: “Helbet ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê polîtîkayeke bi giştî pêwîstî heye. Divê di butçeyê de ji bo xizaniya jinan bi dawî bibe gav bên avêtin û îstîhdama jinan bê zêdekirin. Divê qanûna bi hejmara 6284'an ku ji bo jinan temînata qanûnî ye, bi hemû madeyên xwe ve bi temamî bê bicihanîn. Divê destûr neyê dayîn ku zilamên ku sûcdarên şîdetê ne, ji kêmkirina rewşa baş ceza sûd werbigirin û ji bo pêşîgirtina li şîdetê divê ev zilam werin cezakirin. Divê prensîbên hevserokatiyê û temsîliyeta wekhev di destûra bingehîn de bên garantîkirin. Sazî û rêxistinên jinan ên li dijî tundiya li ser jinê têdikoşin bên destekkirin û bi hev re butçeya jinan bê amadekirin. Ji bo bidestxistina van hemûyan divê em xwe bi rêxistin bikin. Weke jin divê em li her qadê û li her derê bi awayekî rêxistinbûyî têbikoşin.”