ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2025'AN 2025-01-21 09:00:00   * Parlamentera DEM Partiyê ya Agirî Nejla Demîr, diyar kir ku helbet ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê polîtîkayeke bi giştî pêwîst dike û got: "Sazî û rêxistinên jinan ên li dijî tundiya li ser jinê têdikoşin bên destekkirin û divê butçeya jinan bê amadekirin. Ji bo bidestxistina van hemûyan divê em xwe bi rêxistin bikin."   *Hevşaredara Sûrê Gulan Okol diyar kir ku li gorî lêkolînên ku wan kirine  li Sûrê ji 10 jinan 6 jê dermanên antîdepresan bi kar tînin û got, "Ji ber ku jin xwe tenê hîs dikin van dermanan bi kar tînin û ji bo ku jin xwe bi tenê hîs nekin me navendeke piştevaniyê ya jinan vekir."  DÎMEN HEYE   * Bertekên li hemberî polîtîkayên darvekirinê yên rejîma Îranê li hemberî siyasetmedarên jin ên Kurd zêde dibin. Berdevka Meclisa Jinan a Enqereyê ya DEM Partiyê Nebahat Çalpan bal kişand ser pêwîstiya têkoşîneke hevpar a li dijî cezayên darvekirinê yên girtiyên siyasî Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî û wiha got: "Felsefeya me ya 'Jin Jiyan Azadî' serhildana me ya li dijî tecrîdê ye." DÎMEN HEYE   *Me li ser hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re ji gelê Amedê pirsî. Amediyan diyar kirin ku hevdîtin erênî derbas bûye û jî hişyarî dan ku baweriya wan bi dewletê nayê. BI DÎMEN