Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrişan daketin qadan 2025-01-16 16:46:35        NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bendava Tişrînê û gelê ku di nobedê ye, li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hêrseke mezin hatin şermezarkirin.   Êrişên dewlet tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Li dijî êrişên dewleta tirk û komên paramîlîter, xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Bendava Tişrînê dest bi çalakiya nobetê kiribû. Çalakî di roja 9’an de didome. Li gorî nûçeya ANHA’yê; îro jî dewlet tirk bi balafiran êrişî Bendava Tişrînê kir. Hat ragihandin ku di êrişê de welatiyek hate qetilkirin û 10 kes jî birîndar bûn. Hêjayî bibîrxistinê ye ku di êrişên duh de jî 3 sivîl hatibûn qetilkirin.    Tevî êrişan jî berxwedana gel a li bendavê didome. Her wiha li dijî êrişan li gelek navendan çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin.    Eyn Îsa    Meclisa bajarê Eyn Îsayê bi beşdariya bi dehan endamên saziyan, meclis û nerên partî û rêxistinên jinan daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê hevserokê Meclisa Eyn Îsa Sebrî Nebo ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de berxwedana QSD'ê ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bendava Tişrînê hat silavkirin û êrişên li ser karwanên gel hatin şermezarkirin û wekî sûcek li dijî mirovahiyê hat şîrovekirin.   Hate gotin, gelê Sûriyeyê li hemberî alava şer a dewlet Tirk rêya berxwedan û têkoşînê hilbijartiye. Di daxuyaniyê de ji bo têkbirina dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li taxa Sûriyeyê jî banga mezinkirina berxwedana gel hat kirin.   Di dawiya daxuyaniyê de dirûşmên silavkirina berxwedana QSD'ê û berxwedana gel a li Tişrînê hatin berzkirin.   Til Koçer    Meclisa bajarê Til Koçerê ya kantona Cizîrê jî bi heman armancê daxuyaniyek da. Daxuyanî li pêşiya avahiya meclisê ji aliyê hevserokê meclisê Newaf El Xedan ve hat xwendin.   Di daxuyaniyê de êrişên li dijî karwanê sivîlan ê diçû Bendava Tişrînê bi tundî hatin şermezarkirin û hate goitn: "Em îradeya gelê xwe silav dikin ku tevî êriş û xetereyan meşa xwe ya ber bi bendavê ve dewam kirin da ku dengê li hemberî êrişan bilind bikin."   Di daxuyaniyê de bang li Hêzên Koalîsyona Navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî û tevahî rêxistinên mirovî hat kirin ku ji bo parastina bendavê ji êrişan û rawestandina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi lez bikevin tevgerê.   Dêrik   Bi sedan şêniyên bajarên Dêrik û gundên herêma Koçerat û Berav jî bi meşekê êrişên li dijî karwanên sivîlan şermezar kir û piştgiriya xwe bi QSD'ê re nîşan da. Girse ji Qada Azadî dest bi meşê kir. Di meşê de dirûşmên şermezarkirina êrişan û silavkirina berxwedana QSD û ya gel hatin berzkirin. Pankartên bi nivîsên "Em hemû QSD'ê ne" û "QSD'ê rûmeta me ne" jî hatin vekirin.   Girse piştî ku di nava kolanên bajar de meşiya li sûka navendî sekinî. Li vir hevserokê Şaredariya Bajarê Dêrikê Ciwan Hesen axivî. Ciwan Hesen di axaftina xwe de piştgiriya xwe bi QSD'ê re anî ziman û komkujiyên dewlet aTirk ên li Bendava Tişrînê û bêdengiya hêzên navneteweyî şermezar kir.   Meş bi berzkirina dirûşmên "Berxwedan jiyan e" û "Bijî berxwedana QSD'ê" bi dawî bû.   Girkê Legê    Li bajarê Girkê Legê yê kantona Cizîrê jî bi sedan kesî bi meşekê piştgiriya xwe bi QSD'ê re nîşan dan. Şêniyan alên QSD'ê hilda bûn û pankartên "Zarokan qetil nekin" û "Bijî QSD'ê" vekiribûn ji pêşiya Çarxerêya Şehîd Xebat dest bi meşê kir. Meş li sûka navendî ya bajar sekinî û mîtîngeke hat lidarxistin. Ji rêveberên PYD'ê Idrîs Ehmed berxwedana gelê herêmê silav kir û bang li civaka navneteweyî kir ku hesab ji dewleta Tirk a dagirker bipirsin.   Idrîs her wiha banga mezinkirina têkoşîna û tevkariyê bi hêzên leşkerî yên parastinê re kir.   Mîtîng bi dirûşman bi dawî bû.