Nebûna mekanîzmayên serlêdanê pirsgirêkan kûr dike 2025-01-16 09:04:59     Pelşîn Çetînkaya   HATAY - Hevseroka SES'ê ya Hatayê derûnînas Nîlgun Aşkar, derbarê rewşa mexdûrên erdhejê de wiha got: "Kêmbûna nepenî û ewlehiyê li bajarên konteyniran, li gel nebûna mekanîzmayên ji bo serlêdana jinan, pirsgirêkên civakî û bi taybetî yên jinê kûrtir dike."   Li Hatayê ku yek ji wan bajarên ku di erdheja 6'ê Sibata 2023'yan da ku navenda wê Mereşê ye tesîreke mezin lê çêbû, şopên wê hê jî wek roja ewil teze ne. Li bajarê ku jiyana civakî hema bêje tine ye, roj bi roj pirsgirêk mezin dibin. Bi taybetî jin bi wan pirsgirêkan re rûbirû dimînin û ji hemû mafê xwe yên jiyanî, tenduristî, perwerdê hwd nikarin sûdê bigirin.    Derbarê rewşa jinên ku li Hatayê dijîn de Hevseroka Sendîkaya Kedkarên CivakÎ û Tenduristiyê (SES) a Hatayê derûnînas Nîlgun Aşkar ji ajansa me JINNEWS'ê re axivî.    Pirsgirêka çûnûhatinê   Nîlgun Aşkar, diyar kir ku li bajêr pirsgirêkeke mezin a çûnûhatinê heye û ev pirsgirêk bandorê li gihandina mafên jinan jî dike û got: “Li vir tişta yekem tê bîra min pirsgirêka çûnûhatinê ye. Pirsgirêka çûnûhatinê li gelek deveran bandorê li jiyana jinan dike. Ev yek bandorê li gihandina mafên jinan dike. Mînak dema jinek bixwaze pirsgirêka xwe çareser bike an jî di mijara prensîba alîkariya kirê de serlêdanê bike, divê wekî navnîşan serî li AFAD'ê bide. AFAD jî cihekî li derveyî bajêr e. Her wiha ger kesê ji navçeyê hat divê ewil ji navçeyê biçe navendê û piştre jî ji navendê biçe AFAD a ku li derveyî bajêr e. Ji ber vê yekê divê herî kêm 50 km bimeşe. Wesayîtek rasterast naçe wir, divê mirov çend wesayîtan biguherîne. Pêşî divê mirov bizane ew li ku ye. Ji ber ku mirov hîna hînî cihê xwe nebûye. Ji ber ku nikarin biçin. Ji ber vê yekê nikarin fêr bibin. Ji xeynî van ji bo wesayîtên ku diçin van deran jî gelek pere xerc dikin. Hûn jixwe bi saetan diçin, gelo hûn dikarin karê xwe li wir çareser bikin an na ev mijarek cûda ye."    Pirsgirêkên li nexweşxaneyan nayên çareserkirin   Nîlgun Aşkar, bal kişand ser kêmasiya malzemeyên li nexweşxaneyên heyî yên dewletê, diyar kir ku ji ber vê yekê pirsgirêkên li nexweşxaneyê nayên çareserkirin û wiha bi lêv kir: "Gihîştina xizmetên tenduristiyê heman pirsgirêk e. Belê li navçeyan nexweşxaneyên dewletê hene, lê gelek pirsgirêk li wir nayên çareserkirin. Hûn dibînin, bijîşk hene ku xwedî jêhatîbûna neştergeriyê ne, lê ew dibêjin ji ber nebûna amûr, qutbûna elektrîkê an jî pirsgirêkên din ên nexweşxaneyê nikarin vê yekê bikin. Neştergerî ji ber nebûna amûr an jî ji ber ku hin şert û mercên li wê qada neştergeriyê nayên bicihanîn, ji bo cîhek din tê şandin. Dema tên veguhestin cihekî din ji navçeyê derdikevin. Vê carê divê mirov dîsa çend wesayîtan biguherîne. Ev ji bo jinan pirsgirêkek pir giran e. Jin bi giştî erkên zarokan digirin ser xwe. Ji ber vê yekê jin bi giştî pêvajoyên birina zarokê bo nexweşxaneyê, saxkirin û rehabîlîtasyonê di derbarê pirsgirêkek di tenduristiya derûnî an tenduristiya giştî ya zarok de pêk tînin."   Ji pirsgirêkan herî zêde jin û zarok bi bandor dibin   Nîlgun Aşkar diyar kir ku li bajarên konteyniran pirsgirêkên cidî hene û herî zêde jin û zarok di bin bandora van pirsgirêkan de ne û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Di rojên destpêkê de li gelek bajarên konteyniran ji aliyê Xizmetên Malbat û Civakî ve Xizmeta Piştevaniya Civakî dihat kirin, hinekan jî bi rêkûpêk tevahiya rojê û hin çend rojên hefteyê. Ew jî perçe perçe bû. Hevalên me hene ku ji derve bi peywirê tên. Ew tê û 15 rojan dimîne û diçe. Mixabin di şopandina kesê li vir de kêmasî hebûn. Di warê ewlekirina dozan de, vegotina wan ji kesên cuda re û di misogerkirina berdewamiya dozê de zehmetî hebûn. Lê dîsa jî mirov hebûn. Lê niha ji wan pir kêm in. Ew di asta kesane de piştgiriya psîkolojîk pêşkêş dikin. Wan ev mijar xiste stûyê çend kesan. Ji ber vê yekê dema em diçin bajarê konteyniran tişta ku jin ji me re dibêjin 'Em nikarin tiştekî bibînin ku zarokan keyfxweş bikin. Li bajarê konteyniran qada kombûnê tune. Qada civakîbûnê nîne. Em nikarin kesên ku li ser pirsgirêkên xwe bişêwirin bibînin'. Ez ji xelkê wir re jî dibêjim ku ew dikarin werin cem min û lê ew nizanin em li ku ne, pirsgirêka wesayîtê heye. Ez nizanim wesayit di kîjan saetê de derdikeve. Rojê tenê wesayitek derdiket. Ev pirsgirêkek pir giran e. Ne jin ne jî zarok nikarin xwe bigihînin van piştgiriyan."   Jin nikarin bigihîjin mafên xwe yên tenduristiyê   Nîlgun Aşkar, diyar kir ku jinên di konteynerê de cihê ku zarokên xwe bihêlin nemaye û ji ber vê yekê jî xebatên wan ên pêşîlêgirtinê yên penceşêrê, muayeneyên memikan, mamografi, muayeneyên HPV-yê tên astengkirin û wiha axivî: "Ev prosedurên niha li navendek, li Defne, têne kirin. Divê hûn ji navçeyan werin vir. Rêxistinbûn jî pirsgirêk e. Midûriyetên tenduristiyê yên navçeyan ev wezîfe girtine ser milê xwe, lê rojên guncav ji bo hatina jinan heye an jî hin rê hatine diyarkirin; Çûna wan rêyan jî dibe pirsgirêk. Jin jî ji ber ku cihekê nabînin ku zarokên xwe bihêlin pirsgirêkên wan hene. Dema ku berê jinan dikaribû zarokên xwe li baxçeyê malê, cîranan an jî ji endamên din ên malbatê re bihêle, niha ji ber ku mirov di konteyniran an deverên biçûk de dijîn, radestkirina zarokên xwe ji bo wan bûye pirsgirêk."   Çend malbat bi hev re dijîn    Nîlgun Aşkar diyar kir ku mexdûrên erdhejê yên li derve dimînin di heman rewşê de ne weke mexdûrên erdhejê yên di konteyniran de ne û wiha bi lêv kir: “Ji ber ku mirov di konteyniran de nemînin li ku dimînin? Ya çend malbat bi hev re dimînin, holeke biçûk peyda dikin û tê de dimînin, yan jî cihekî biçûk li ber mala xwe çêdikin û li wir dimînin. Di şert û mercên pir dijwar de dijîn. Karekî pir giran heye. Çend malbatên ku ez nas dikim hene. Ji xwe re odeyek çêkir, lê metbex an jî kanî li derve ye. Dê firaqan li derve bişo û vir û wir de çêbike. Ji ber vê yekê amadekirina xwarinê dikare bi saetan bigire. Paşê şuştina firaqan di bin baranê de... Ev karên pir giran in û bi rastî jî li ser tenduristiya we bar in. Jixwe gelek lêkolîn vê yekê eşkere dikin. Di karesatan de jîyana jinan kêm dibe.'   'Ji xwe re nikarin dem veqetînin'    Nîlgûn Aşkar, destnîşan kir ku barê herî zêde li ser milê jinê ye û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Mînak ez derûnînas im. Mirov pêşî zarokên xwe tînin cem min. Dema ez qala zarokan dikim, dibînim ku jin jî di rewşeke pir xerab û xerab de ye. Divê ez tercîhekê bikim û ez vê hilbijartinê ji bo zarokê dikim. Ez ji jinan re dibêjim, 'Hûn jî ne baş in.' Bi gotineke din, asta toleransê pir kêm dibe. Ev jî bandorê li zarokan dike. Di heman demê de bandorek li ser têkiliyan jî heye. Zehmetiyên aborî nebawer in. Jixwe li Tirkiyeyê di warê aborî de pirsgirêkên cidî hene. Xelk ji bo debara xwe bi pirsgirêkan re rû bi rû ne. Lê her çend di destên mirovan de tiştek biçûk an karek birêkûpêk hebûya jî, niha ew jî şikestin. Bi gotineke din, dema ku nikaribin stargehek rast peyda bikin, jin û mêr di bin barek giran a aborî de ne û hewl didin vê kêmasiyê telafî bikin. Lê belê, jin jî di bin barekî bêhempa de ye ji ber ku ew midûra giştî ya malê ye, mirovan peyda dike û dicivîne, dişopîne ka kî dê çi bixwe û çi li xwe bike. Jin li aliyekê difikirîn 'Ez ê çawa zarokan îdare bikim, ez ê çawa stresa ferdên malbatê ji holê rakim?'.  Lê ji aliyê din ve bi awayekî bêhempa westiyabûn. Piştî du gotinan yekser dest bi giriyê dikin û hestiyar dibin. Asta toleransê pir daketiye. Ji ber ku çareserî tune, ew nikarin wextê xwe ji xwe re veqetînin ji ber ku ew li dû 'divê ez li ser piyan bimînim, divê ez siberoja zarokê xwe biparêzim' ne."   'Hûn nikarin li vir tedbîrên teserûfê pêk bînin!'   Nîlgun Aşkar, anî ziman ku li herêmê gelek pirsgirêk hene û heta niha ji van pirsgirêkan re çareserî nehatiye dîtin û wiha dewam kir: “Berî her tiştî diviyabû heta niha pirsgirêka xaniyan a gelê vir bihata çareserkirin. Divê ev pirsgirêka xaniyan di zûtirîn dem de bê çareserkirin. Divê gel bê piştgirî kirin. Desteka kirê li vir 7 hezar 500 lire ye. Ev biryar di destpêkê de bû û heta niha jî bi vî awayî berdewam dike. Piştgiriya ji bo kesên ku niha kirê dikin hat qutkirin. Divê ev piştgirî neyên birîn. Ji ber ku li vir pirsgirêkek pir giran a xaniyan heye. Her wiha li vir bi esnafê biçûk pirsgirêkên cidî dijîn. Çima li nexweşxaneyan kêmasî heye? Çima ez diçim klînîkek taybet da ku diranên xwe tedawî bikim? An jî ez ji bo biopsiyek hêsan diçim Edeneyê û li vir jî girtina randevûyê jî pirsgirêkek e. Çûnûhatin pir bihaye. Divê heta niha midûriyetên tenduristiyê yên navçeyan, avahiyên ASM û Xizmeta Civakî bihatana çêkirin û çûnûhatina van deran bihatana hêsankirin. Mirov ji bo civakîbûnê jî pêdivî bi mekanan heye. Pêdiviya wan bi cihekî heye ku ew karibin zarokên xwe lê bigerin û karibin wextê xwe lê derbas bikin. Niha li bajarê konteyniran qada kombûnê nîne. Tiştekî wiha nabe. Nepeniya wî tune. Di du deverên konteynerê de cîhek piçûk a rawestandinê heye. Mirov hevdu dibihîzin. Pirsgirêkên ewlehiyê derdikevin. Gilî derdikevin. Giliyên der barê îstîsmarê de zêde dibin. Divê mekanîzmayên ku jin bikarin ji bo van mijaran serî lê bidin bên avakirin. Mixabin li vir pirsgirêkên cidî hene. Li vir pêdiviya van pir zêde heye. Hûn nikarin li vir tedbîrên teserûfê pêk bînin!”