Armanc avakirina Navendeke Hafizeyê ye 2025-01-16 09:02:28   AMED - Midûra Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê Hediye Guneş Zenger da zanîn ku pirtûkxana Berhemên Jinan ya bin bana şaredariyê de hatiye vekirin, ne tenê pirûkxaneye, dixwazin vê veguherin Navenda Hafizeyê.    Şaredariya Peyasê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li navçeya Peyas a Amedê Pirtûkxaneya Berhemên Jinan li Parka 75 vekir.  Midûra Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê Hediye Guneş Zenger da zanîn ku ji 2019’an de ye li ser vê nîqaş kirine û got wê pirtûkxaneyên hîn bêtir pêş bixînin.   ‘Mînakên wê kêm in’   Hediye Guneş Zenger da zanîn ku piştî hilbijartinan yek ji hedefa wan ya herî mezin qadên jinan yên hatine qespkirin şûnde girtin bûye û wiha dirêjî dayê: “Me ev di beynameya hilbijartinê de jî diyar kir. Armanca me şûnde bidestxistina qadên hatibûn xespkirinê. Pirtûkxaneya jinan an jî navenda bîranînê ya jinan bi giştî wê qada xebata xweser be. Li Stenbolê mînakek vê heye. Li cîhanê mînakên vê pir kêm in.”   ‘Armanc bibe Navenda Hafizeyê’   Hediye Guneş Zenger wiha anî ziman armanca wan ya herî mezin wêjeya nivîskî û devkî ya ji bo jinan hatiye nivîsîn bînin gel hev û wiha domand: “Em dixwazin xebatên der barê jinan de tiştên hatine nivîsîn bînin gel hev. Ev gava me ya ewil e. Gava duyemîn jî eve ku ev navend bibe navenda hiş a jinan.”   ‘Me xwest em pêşengiyê bikin’   Hediye Guneş Zenger di berdewamiyê de diyar kir ku wek jin xwe gîhandina berhemên nivîsandî zehmetiyan dikşînin û wiha bi lêv kir: “Berhem tên tunekirin an jî dîtina wan pir kêm in. Em îro li pirtûkxaneyan digerin ya bala me dikşîne berhemên mêran e. Ji ber vê jî me xwest qadek xebatê a xweser a jinan hebe. Me ev fikr pêş xist. Ev fikr nû pêş neket. Ji 2019’an de ye em li ser difkirin. Me wek şaredarî xwest pêşengiya vê bikin.”   Hediye Guneş Zenger di dawiya axaftin xwe de ev bang kir: “Em bang li jinan, jinên ciwan, meclîsê jinan, STK’yan dikin. Pirtûkxaneya Berhemên jinan, ji pirtûkxaneyekê wêdetir Navenda Hafizeyê. Qadeke ku her kes dikare bifikre û nîqaş bike. Ji ber vê divê her kes xwedî lê derkeve û pêş bixîne.”