Ji Kongra Star ji bo Pexşan Ezîzî daxuyanî 2025-01-15 19:08:10   NAVENDA NÛÇEYAN- Rêxistina Kongra Star bi daxuyaniya çapemeniyê cezayê darvekirina li Pexşan Ezîzî hatiye birîn şermezar kir û bang li rêxistinên hiqûqî kir ku bi lez tev bigerin û ceza bê betalkirin.   Rêxistina Kongra Star a bajarê Til Temirê ya kantona Cizîrê der barê biryara rejîma Îranê ya darvekirina çalakgera Kurd Pexşan Ezîzî de daxuyaniyek da.Rêvebera Kongra Star Nûhat Şindî bi beşdariya endamên Kongra Star û Saziyên Civaka Sivîl li pêş navenda xwe daxuyanî xwend.   Di daxuyaniyê de biryara ku bi dermirovî û nemirovî hatiye binavkirin hat şermezarkirin û hat gotin armanca ji biryarê bêdengîkirina dengê Pexşan Ezîzî û bidawîkirina çalakiya wê ya mirovî ye, bi taybet piştgirîdayîna penaberên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di dema êrişên çeteyên DAIŞˋê de.   Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî hat kirin ku bi lez tev bigerin, biryara bidarvekirinê bi dawî bikin û li ser parastina mafên jinan li beramber çewisandinê bixebitin. Daxuyanî bi diruşma "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.