Şandeya Rêveberiya Xweser li Brîtanyayê hevdîtin pêk anîn 2025-01-14 14:29:21       NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya Rêveberiya Xweser û Meclisa Sûriyeya Demokratîk li Brîtanyayê mijarên sereke yên têkildarî siberoja Sûriyeyê gotûbêj kirin.   Şandeyeke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Meclisa Sûriyeya Demokratîk bi armanca gotûbêjkirina mijarên sereke yên der barê siberoj û aramiya Sûriyeyê de, gihaşt paytexta Brîtanyayê Londonê.   Şande ji hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Îlham Ehmed û hevserokê Ofîsa Têkiliyên Giştî ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk Hesen Mihemed Elî pêk tê.   Li gorî endamên şandeyê, di hevdîtinan de dê dosyayên girêdayî rewşa niha û paşeroja Sûriyeyê bi rayedarên brîtanî re were gotûbêjkirin, wek rewşa siyasî û ewlehiyê li Sûriyeyê, her wiha geşedanên dawîn ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û êrişên demên dawîn ên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmê.   Di heman demê de dê were xwestin ku hewlên ji bo peydakirina çareseriyeke siyasî ya domdar ku xizmeta berjewendiyên hemû sûriyeyiyan bike, berdewam bibin ku nûneriya hemû pêkhateyên Sûriyeyê di Sûriyeya siberojê de hebe û mafên hemû netewe, mezheb û komên civakî garantî bike.   Şandeyê li Parlamentoya Brîtanyayê paneleke diyalogê li dar xist, di panelê de Kurdên li Brîtanyayê û hin parlamenter amade bûn. Geşedanên li Sûriyeyê û rola Rêveberiya Xweser w hatin gotûbêjkirin.   Şande piştre beşdarî civînekê bû ku balyoz û dîplomatên ewropî, karmendên wezaretên derve yên welatên Ewropayê, Brîtanya, Amerîka û welatên Ereban, akademîsyen û siyasetmedarên navdar û çalakvanên mafên mirovan tê de amade bûn.   Di civînê de nêrîna Rêveberiya Xweser a ji bo siberoja Sûriyeyê û rola wê di pêşxistina demokrasî û mafên mirovan de hate gotûbêjkirin, her wiha pirsên mêvanan hatin bersivandin.   Şand piştre bi lord Maurice Glasman, endamê payebilind ê Meclisa Lordan a Brîtanyayê ku bi piştevaniya diyalog û hevkariyê li ser mijarên Rojhilata Navîn tê naskirin re hevdîtin pêk anî. Her wiha hevdîtinek bi Andrew Mitchell re pêk anî ku di sîyaseta navneteweyî û li parlamentoya Brîtanyayê de kesayeteke bi bandor e.   Şande dê îro (14 Çile) li Londonê bi amadebûna endamên hikumet, parlamento û dîplomatên Ereb û biyanî û Kurd, beşdarî merasîma bîranîna berxwedana dîrokî ya Kobanê bibe.   Tê payîn ku serdana şandeyê 4 rojan bidome.