Nobeta li Bendava Tişrînê di roja 7’an de didome 2025-01-14 13:24:09       NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya nobetê ya li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê li Bendava Tişrînê hatiye destpêkirin di roja 7’an de didome.    Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bênavber didomin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) jî li dijî êrişan berxwedaneke mezin raber dikin.     Dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO, zêdetirî meheke êrişên dijwar dibin ser derdora Bendava Tişrînê. Xelkên Kurd, Ereb, Suryan, Asur û Ermen jî li dijî êrişan berê xwe dan Bendava Tişrînê. Tevî hewayê sar jî gel nobeta xwe didomîne û nobet di roja 7’emîn de berdewam dike. Her wiha gel, bendavê ji bermahiyên moşek û topan paqij dike.