‘Li Rojhilata Navîn hevsengiya hêzan diguhere’ 2025-01-13 09:04:42     Ayşe Gokkan   ENQERE - Cigira Hevserokatiya Giştî ya DEM Partiyê ya girtî Sevtap Akdag diyar kir ku ji bo aştiye, ji bo avakirina demokrasiyê, wekheviya zayendî, jiyanek azad û dawî li talan û binpêkirinan bê divê ev pêvajo baş bê nirxandin û got bêyî demokrasiyê pêvajo nikare bê meşandin.   Cigira Hevserokatiya Giştî ya ji Komîsyona Kedê ya DEM Partiyê berpirs Sevtap Akdag di 30’ê Mijdara 2024’an de di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Eneqere bû de hat girtin û  li girtîgeha Jinan a Sîncanê tê girtin. Sevtap Akdag li girtîgehê pirsên nûçegîhana dildar a JINNEWS’ê Ayşe Gokkan a li heman girtîgehê girtî ye bersivand.   *We bi dehan salan ji bo jin, mafên mirovan, têkoşîna sosyalîst, xebatên sendîkayan û partiyên siyasî têkoşînek rêxistinkirî meşand û hûn ketin zindanan. Beriya her tiştî li Rojhilata Navîn, Kurdistan û Tirkiyeyê em dibin şahidê geşedanan. Hûn geşedanên li Kurdistan û Tirkiyeyê ku parçeyên Rojhilata Navîn in û şîroveya siyasî ya hevdîtinên Îmraliyê çawa dinirxînin?   Li Rojhilata Navîn, li tevahiya herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê geşedanên pir cidî hene. Li Rojhilata Navîn hevsengiya hêzan ber bi guhertinên cidî ve diçe û statuko tên hilweşandin. Qada herî bi xwîn a şerên hevpar ên navendên hêza cîhanê her tim Rojhilata Navîn bûye. Lê pêvajoya ku em tê re derbas dibin, şerê Îran û Iraqê yê li herêmê piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê di sala 1989’an de, destwerdana DYA’yê ya li Iraqê, destwerdana serhildanên ‘Bihara Ereban’, avakirina Rojava, hatina Çînê herêm û hwd. Divê weke qonaxeke nû ya geşedanên şokê were xwendin. Bûyerên dawîn tevgereke sêwirana herêmî ya hêzên rojavayî yên bi serkêşiya DYE ye ku berjewendiyên Îsraîl (û helbet di rêya wê de jî berjewendiyên xwe) didin pêş. Ev gav hewce dike ku hemû dewletên herêmê helwestên xwe binirxînin. Hemû jî bi taybetî Îran û Tirkiye îhtîmala şimitandinê heye. Di vê yekê de ya herî girîng jî ew e ku pirsgirêkên navxweyî yên siyasî, aborî û civakî dihejînin. Maf û daxwazên gelê Kurd ku li çar welatên herêmê xwedî civakbûn û rêxistinbûneke girîng e, wê bibe yek ji faktorên sereke yên pêkhatina vê pêvajoyê. Rejîma bi salane gelê Kurd tune dihesibîne plana têk birinê dimeşîne niha ji bo beka xwe pêvajoyek nû dide destpêkirin. Qeyûm didomin. Mafê mirovan tê tunekirin. Binçavkirin û girtin didomin. Yên dibêjin aştî terorîst tên îlankirin.    ‘Bêyî demokratîkbûnê pisgirêka Kurd nikare bê çareserkirin’   Bêguman wisa nabe. Bi vî awayî demokratîkbûn nayê kirin. Pirsgirêka Kurd bêyî demokratîkbûnê çareser nabe. Lewma barê li vir dîsa li ser milê me ye, li ser milê hemû hêz û dînamîkên civakî û siyasî yên alîgirê ked, aştî û demokrasiyê ne. Ji bo aştî bi dest bixin, demokrasiyê ava bikin, wekheviya zayendî û jiyana azad ava bikin û dawî li îstîsmarkirina mirovan û talankirina xwezayê bînin, divê em vê serdema dîrokê ya ku xetereyên mezin li xwe digire baş bikar bînin.   * Zext û êrîşên li ser jinên ku li dijî şer û tundiyê têdikoşin berdewam dikin û jin dîl tên girtin. Dîsa sê jinên ji aliyê hêzên paramîlîter ên navneteweyî ve hatin qetilkirin, hûn van êrîş, komkujî û qirkirina jinan çawa dinirxînin?   Ev rejîm ji jor heta jêr civakê dagir dike. Rojane tundiyê pêk tîne. Bê guman di vê hawirê de yên ewil hedef tên girtin jinin. Jinên dibêjin ‘na’ tundiyê dibînin û tên qetilkirin. Bêguman têkoşîna civakî ya siyasî jî di heman rewşê de ye. Jinên dibêjin aştî û wekhevî, ji şer re dibêjin na tên girtin. Bi salan di zindanan de dimînin. Jinên pêşeng ji aliyê hêzzên paramîlîter yên navbera dewletan de tên qetilkirin. Peymanên polîtîk jî ji ser beden û jiyana jinan tê dayîn.   *Hûn niha girtî ne. Aliyên herî zêde yê girtîbûnê ku tê hîskirin çi ne?    Hestên me yên li vir hem kolektîf û hem jî bêhempa ne ku ji hêla her yek ji me ve tê ceribandin. Herî zêde ez zehmetî dibînim ku ez nikarim bi jin û hevalên ku bi wan re têkoşîn dikim bim. Haya xwe ji herikîna jiyanê bi tevahî (ji ber gihandina kêm a agahdariyê) sînordariyek girîng e. Li her devera ku em lê ne qada têkoşînê ye, ev rastiyek neguherbar e. Lê nekarîbûn bi hev re bigihêjin, dest bidin hev an tevbigerin ji bo me hemûyan tecrîdek girîng e.   *Hûn pêkanînên kêfî û zehmetiyên di zilmxaneyê de tên jiyîn çawa dinirxînin?    Mafê we yê duh hebû îro dikare ji we bê girtin. Tiştê ku em îro dikarin ji kantînê bikirin, dibe ku sibe ji me re bê qedexe kirin ku mafê we yê lênihêrîna tenduristî, sewqê an jî têlefonê tune be. Pirsgirêka herî mezin di vî warî de helbet desthilatdariya bêsînor, bêberpirsiyarî, bêsînor e ku dide desteyên çavdêriyê. Niha bi sedan hevalên me yên ji 30 salî mezintir ji ber nirxandinên kefî yên van desteyan di girtîgehê de tên girtin, tevî ku piraniya wan pirsgirêkên tenduristiyê yên giran hene.   *Girtî çawa li dijî tecrîdê têdikoşin?    Li gel hemû astengiyan jiyana li vir bi qasî ku pêkan e kolektîf û hevpar e.  Li hemberî tecrîta li derve jî heman lêdana dil heye ku di çavê derziyê re derbas dibe û ji têkoşîna derve haydar e û tevkariya xwe dike. Di hundir de jiyaneke ku jiyana komînal ava dike, berxwedêr, hevgirtî û xwerêveber e. Li vir dengê jinan bi dîwaran digihêje hev. Em bi dengên ku di nava rojê de bilind dikin, derd û kulên hevdu parve dikin.   *Herî dawî peyameke we ya ku hûn bidin heye?    Li erdnîgariya me geşedanên girîng tên jiyîn. Divê hemû aliyên civakê bibin parçeyek têkoşînê. Di nava şert û mercên ku xizanî, bêedaletî, tundî, bêhiqûqî û zordarî jiyana me bi dehan salan dorpêç kiriye de têkoşîna jinan ji bo bidestxistina destkeftiyên xwe kolan neterikand. Li hemberî siyaseta şer, siyaseta îmha û paşguhkirinê bêdeng neman. Jinan dest ji hev bernedan. Bi vî awayî ji hemû dînamîkên têkoşîna civakî re bûne mînak. Lê guhertina rejîma ku êrîşî maf û jiyana me dike û veguhertineke demokratîk têr nekir.    ‘Hêviya min bi jinan re ye’   Di vê dema ku rejîm di her warî de asê maye û hemû parçeyên vê erdnîgariyê dest bi tevgerê kirine, dem hatiye ku hemû dînamîkên civakî bên cem hev û li gorî armancên hevpar têkoşînê bi hev re bimeşînin. Armanc ew e ku bi hev re aştî, demokrasî, edalet û dewlemendiyê ava bikin. Hêviya min a herî mezin di vî warî de jin e, xwişkên min ên ku têkoşîna wekhevî û azadiya jinê bilind dikin. Ez her yek ji wan hembêz dikim û serkeftinê ji wan re dixwazim.