'Ji bo şer bi dawî bibe divê deriyê Îmraiyê bê vekirin' 2025-01-13 09:02:40     Melîke Aydin   ÎZMÎR - Parlamentera berê ya HDP'ê Besîme Konca diyar kir ku dema bi çeteyeke cîhadîst a wekî  HTŞ'ê  muxatab tê girtin, divê nûnerên gelê Kurd jî muxatab bên girtin û divê ji bo bidaweîbûna şerê li Rojhilata Navîn deriyên Îmraliyê bên vekirin.   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 1999’an heta niha li Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin. Piştî 43 mehan şûnde 23’ê cotmehê de biraziyê wî parlamenterê DEM partiyê Omer Ocalan hevdîtinek kir. Di 26’ê Mijdarê de heserokên giştî yên DEM partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin. Lê bersivek nehat dayîn. Di 27’ê Midjarê de Heyet Tahrîr El-Şam (HTŞ)  êrîşê Sûriyeyê kir. Şerê li Sûriyeyê û nezelalî didome.   Parlamentera berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Besîme Konca da zanîn ku çareseriyeke mayînde bi paradîgma Abdullah Ocalan dikare pêk bê û bi vekirina deriyên Îmraliyê wê şerê li Rojhilata Navîn bi dawî bê.   ‘Hewldan vala derketin’   Besîme Konca da zanîn ku tevî pergala îşkenceyê ya li girtîgeha îmraliyê pêk tê, CPT ji siyaseta Tirkiyeyê cuda tevnagere û  daxuyakirin ku paradîgma modernîteya demokratîk plan têk birinê û tecrîda giran vala derxistiye.    Besîme Konca balkişand ser axaftina Devlet Bahçelî ku daxwaz kir Abdullah Ocalan bê li parlamentoyê biaxive û wiha dirêjî dayê: “ Ev hewldan tê vê wateyê. Tişta ku bi siyasetê teslîm negirtine dixwazin bi rêveberkirina nêrîna civakî teslîm bigirin. Dixwazin nêrîneke wekê ‘Kesekî wek Bahçelî vê bêje, bixwazin vê di parlamentoyê de bigirin dest, bixwazin rol û mîsyon bidin DEM partiyê, tecrîd rabe em ê binpên û bibînin’ biafirînin.  Ev tê wateya belavkirina mijarê.”   ‘HTŞ li gorî pîvanên mafê mirovan a Ewropayê ye’   Besîme Konca da zanîn ku Tirkiye gelek caran têk çûye, krîzên aborî jiyaye, di polîtîka têkbirinê de biser neketiye û tevî van Tirkiyeyê dest ji tasfiyekirina têkoşîna gleê Kurd bernedaye. Besîme Konca wiha dirêjî da axaftina xwe: “Qebûlkirina rêxistineke wek HTŞ’ê ku di asta navneteweyî de tê qebûlkirin û parastin gelo çiqas li gorî pîvanên mafê mirovan a Ewropayê ye. DAIŞ’ê li Şengalê 5 hezar jinên Êzidî revand.  Ev trajediya ku hat jiyîn, çawa ji aliyê Ewropayê ve tê parastin."   ‘Sûcên Tirkiyeyê ji nedîtîve tên’   Besîme Konca her wiha anî ziman ku Tirkiyeyê derfet û siyaeta xwe ji bo qirkirina Kurdan û bê statuhiştina Kurdan xistiye jiyanê û DYA, Îngîlîtsan û Ewropa li dijî vê siyasetê bêdeng dimînin û sûcên Tirkiyeyê ji nedîtî ve tên. Besîme Konca wiha berdewam kir: “Lê wek em dizanin Rojava hêza xwe ji demokrasî û azadiya jinan digire. Tevî sûcên mirovahiyê yên Tirkiyeyê tiştek nayê kirin. Tirkiye ji vê hêzê digire. Tenê berxwedana gelê Kurd dimîne.”   ‘Bixwazin dawî li şer bînin divê deriyên Îmraliyê vebikin’   Besîme Konca destnîşan kir ku ger çareserî bê xwestin û dawî li şerê Rojhilata Navîn bê anîn divê deriyên Îmraliyê bên vekirin û Abdullah Ocalan muxatab bê girtin. Besîme Konca di vê mijarê de jî wiha anî ziman: “Ya ku li Sûriyeyê tên xwestin, fetisandina paradîgma Abdullah Ocalane. Hem gelê Kurd hem tevgera jinan a Kurd û hem jî Rêber Apo 50 sale vê şoreşê dimeşînin. Dixwazin vê şoreşa jinan li Rojava bifetisînin. Bi perspektîfa Abdullah Ocalan li Rojhilata Navîn dikare çareserî pêk bê. Divê deriyên Îmraliyê bên vekirin. Çareseriya şer û pirsgirêkên Rojhilata Navîn bi vê pêkane.”