Feray Mertoglu: Ji bo vê pêvajoyê divê her kes berpirsyariyê bigire 2025-01-11 09:03:29     Elfazî Toral   STENBOL - Hevseroka Giştî ya SYKP’ê Feray Mertoglu, diyar kir ku piştî serdana Îmraliyê ji ser peyama hatiye şandin ji bo aştiyeke mayîn de divê hemû dînamîkên civakê ol û mîsyona xwe bîne cih û got: “Hem li Rojhilata Navîn hem li Tirkiyeyê divê em şertên aştiyê ava bikin. Di vê pêvajoyê de divê her kes berpirsyariya xwe bîne cih.”    Tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berdewam dike û piştî 43 mehan şûnde yekem car ji malbatê biraziyê wî Omer Ocalan di 23’yê Cotmehê de çû hevdîtina wî. Endamên heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan û Sirri Sureya Onder jî piştî 9 salan şûnde di 28’ê Kanûna 2024’an de çûn Îmraliyê. Piştî hevdîtinê Rêberê PKK’ê peyamek ji 7 xalî pêk dihat şand. Heyeta Îmraliyê piştî hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serdanên xwe didomîne. Hevseroka Giştî ya Partiya Rizgariya Jinûve Sosyalîst (SYKP) Feray Mertoglu da zanîn ku divê pêvajoyê de her kes berpirsyariya xwe bîne cih.   Feray Mertoglu balkişand ser ku serokê giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî destê parlamenterên DEM Partiyê girtibû û daxuyakirin ku piştî vê parlamenterên DEM partiyê Pervîn Buldan û Sirri Sureya Onder di 28’ê Kanûnê de li Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtinek kirine. Feray Mertoglu da zanîn ku peyama ku Abdullah Ocalan şandiye girînge û wiha got: “40 sale pêvajoya pevçûnê heye. Divê ev bi awayekî bê çareserkirin. Bi gavên hatin avêtin re atmosfer neguherî. Li aliyekî qeyûm berdewam kirin, girtin, qetilkirin, tecrîd didomin. Dema rewş wisa be bêbaweriyek jî tê afirandin. Ji ber vêjî divê hinek başbûn bên kirin. Ya ku divê dewlet bike ev e.”   ‘Îhtîmala ku Tirkiye jî ji hevsengiyê derkeve heye'   Feray Mertoglu wiha dirêjî dayê: “Astengkrina hesabên X yên Ajansa JINNEWS, Ajansan Mezoptamyayê (MA) û Rojnameya Yenî Yaşamê jî parçeyeke van êrişane. Ji ber vê jî divê mutabakata civakî pêk bê. Desthilatdarî û hevkarên xwe başbûn nîşandan. Ev tiştên din jî tîne hişê mirovan. Êrişên Israîlê yên li hember Filîstîn û Lubnanê, êrişên Hîzbullahê yên li hember Îranê hevsengiyan qels dike. Piştre  êrişên li hember Sûriyeyê. DYA, Îngîlîstan û Israîl. Lê agahiya Tirkiyeyê ji van heye. Ji ber li gorî wan gavê davêje. Îhtîmala ku Tirkiye ji hevsengiyê bikeve heye.”   ‘Peywir dikeve ser hemû dînamîkan’   Feray Mertoglu diyar kir ku ger Tirkiye gavê davêje, divê ev gavê muzakere û çareseriya aştiyê ya demokratîk û mayînde bide destpêkirin. Feray Mertoglu  wiha dirêjî dayê: “Girtîgeh hîn tije ne. Tecrîd hê jî didome. Hîn jî girtin û tayînkirina qeyûman hene. Gel hê jî ji bo debara xwe ya li jêr xeta birçîbûnê têdikoşin. Desteka ku bi salane ji şer, mîlîtarîzm, polîtîkayên ewlekariyê û çeteyên DAIŞ’ê re tê dayîn, di vê wateyê de dibe sedem ku gel her ku diçe feqîr bibe. Mirov ji şer razî nabin. Ji ber vê yekê divê ev bê başkirin. Dema em li van hemûyan dinêrin, gelo ev dê me ber bi pêvajoya aştiyê ve bibe? Li vir rewşek me heye ku hêzên serdest gel bi awayekî rast naxapînin, dawî li vê polarbûnê tînin û gav bi gav di serdema 2013-2015’an de gel û civak jî vê naxwaze. Li vir dest tê dirêjkirin û hemû dînamîkên civakî xwedî rol in.”   ‘Divê şertên Ocalan bên başkirin’   Feray Mertoglu axaftina xwe wiha domand: “Ji bo avakirina aştiyê divê her kes şert û mercên rêya aştiyê ku di eniya xwe de xizmetê ji aştiyê re bike ava bike. Em bi rejîmeke ku piştî sala 2015’an di bin desthilatdariya AKP-MHP’ê de ku her diçe bi sazîbûyîn re rû bi rû maye, teqîn û hin alozî hatine jiyîn.   Divê êdî ev yek were demokratîkkirin. Di civakeke ne demokratîk de em nikarin behsa aştiyê bikin. Pêwîste gav bi gav van tiştan baş bike, rê veke û rê li ber aştiyê veke.  Bi taybetî jî berpirsyariya ku dikeve ser milê hikûmetê gelekî zêde ye. Divê dev ji gotinên wekî “me perçiqand, me defin kir, em ê binax bikin” berdin. Girtiyek ku bi neheqî li girtîgehê dimîne heye. Rojnamegerên hatin binçavkirin û girtin jî hene. Pêwîst e ji van hemû pirsgirêkan re çareseriyek hebe. Aştî ji bo her kesî girîng e. Pêwîstî bi hawîrdoreke ku her kes gotina xwe tê de hebe heye. Bi taybetî eger gavên hikûmetê samîmî bin, divê ev geşedan bên misogerkirin. Divê şert û mercên Ocalan ên ku gotibû 'Eger şert û merc bên afirandin hêza min a teorîk û pratîkî heye' divê bên başkirin. Divê her kes di vê mijarê de peywira xwe bîne cih. Divê şert û mercên aştiyê bên dîtin.”