DEM Partî û KCD'ê serdana Çapemeniya Azad a Kurd kir 2025-01-10 16:30:24     NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bi boneya 10’ê Çile Roja Rojnamegerên Dixebitin serdana Çapemeniya Azad a Kurd a Enqerê kir û daxwazên xwe yên hevgirtinê anî ziman. Li Amedê jî KCD û DEM Partî hat serdana ajansa me JINNEWS'ê.   Bi boneya 10'ê Çileyê Roja Rojnamegerên Dixebitin serdana saziyên çapeniyê hat kirin. Li Amed û Enqerê partiyên siyasî serdana Ajansa me JINNEWS, Ajansa Mezopotamyayê (MA), Rojnameya Yenî Yaşam, Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) kir.    Enqere    Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û şandeya pê re çû serdana ajansa me JINNEWS'ê, buroyên (MA) û rojnameya Yenî Yaşamê. Tuncer Bakirhan, bal kişand ser binçavkirina Hevşaredarên Akdenîz a Mêrsînê û wiha got: “Me gelek caran vegot û îspat kir. Ev rê ne tu rê ye. Ev yek, van meseleyan çareser nake. Xespkirina îradeya gel, kompasa li ber îradeya gel, ne tu rê ye. Bêhurmetiyeke mezin a li dijî vîna gel e. Em bang li îktîdarê dikin ku dev ji van polîtîkayên qeyûm berde. Em wan vedixwînin cidiyetê. Li rexekî dê nîqaşên pêvajoyê bên kirin û li rexa din jî operasyon tên kirin. Em serî li ber van sepanan natewînin. We gelek caran ceriband lê we tu encam bi dest nexistin.”    Tuncer Bakirhan, da zanîn ku Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê biçe Mêrsînê û got: “Em ê pêvajoyê jinêzve bişopînin.” Tuncer Bakirhan, têkildarî nîqaşên piştî hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re tên kirin jî ev tişt anî ziman: “Heke ev nîqaş bi rastî jî derbasî pêvajoyekê bibin, wê demê divê zemîna ku birêz Ocalan bikare rola xwe bilîze bê amadekirin û qilfeya Îmraliyê bê vekirin. Em nizanin dê çi bi van hevdîtinan bibe û dê veguherin tiştekî çawa. Şandeya me ji me re got ku rojeveke weke efûya giştî tune ye.”    Amed    Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Mehmet Kamaç û Hevserokên DEM Partiyê yên Amedê Abbas Şahîn û Gulşen Ozer serdana ajansa me JINNEWS, DFG, Ajansa Mezopotamya (MA), MKG'ê kirin. Di serdana ajansa me de derbarê pêvajoyê de axaftin hatin kirin û bal kişandin ser zextên li hemberî rojnamegeran.