Yên ku barê şer hildigirin dengê aştiyê bilind dikin 2025-01-09 09:06:37   Oznûr Deger   MÊRDÎN - Dayika Aştiyê Nurê Tarlak ku 27 roj in her sibeh diçe sînor û ji bo êrişên li Rojava bidawî be li ber xwe dide da zanîn ku ji bo çareseriyek mayîn de divê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan demildest bê berdan û got: “Zarokên me tên girtin û qetilkirin. Bila ev şer bi dawî be û aştî pêk bê. Em wekheviyê dixwazin."   Çalakiya nobetê ya li sînorê Qamişlo ya navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ya li dijî êrîşên Tirkiye û çeteyên SMO yên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat destpêkirin 27 roj li pey xwe hişt. Ji Mêrdîn û bajarên cuda gelek kes sedana çalakiyê dikin. Yên tevli nobetê dibin diyar dikin ku divê êrîş bidawî bin.    Dayika Aştiyê ya Nisêbînê Nurê Tarlak ku ji roja ewil de  ji qada nobetê veneqetiyaye, der barê çalakiya nobetê de axivî û got ew ji bo hemû zarokên xwe nobetê digirin.   ‘Rojava çi bi Tirkiyeyê kir?’   Nurê Tarlak da zanîn ku bi rojane di çalakiya nobetê de ne û çiqas hewce bike wê bimîne. Nurê Tarlak wiha dirêjî dayê: “Li wir şer hebe em ê ji vir piştgiriyê bidin wan. Em ji bo Rojava li vir in. Rojava Nisêbîne, Nisêbîn Rojava ye. Divê şer bidawî be. Em ji bo vê li vir in. Em dixwazin her kes di aştî û aramiyê de bijîn. Zarokên me di bin zext û îşkenceyan de ne. Tên qetilkirin û girtin. Zarokên Kurd her tim di pevçûnekê de ne. Kurdan, Rojava çi bi Tirkiyeyê kiriye? Yek guleyek Rojava nehatiye Tirkiyeyê. Tu zirarek wan negihiştiye Tirkiyeyê. Ev kîn û nefret çiye?Tenê axa xwe diparêzin.”   ‘Cenazeya zarokên me tê’   Nurê Tarlak bi lêv kir ku Kurdî xwedî maf in û wiha domand: “Ziman û nasnameya me jî heye. Zarokên me ji bo zimanê xwe girtîne. Li serê çiyane. Di bin îşkenceyan de ne. Em aştiyê dixwazin. Bila cenazeya zarokên me neyê. Tevî her tiştî em aştiyê dixwazin bila êrişên li hember Rojava bidawî bin. Ji bo aştiyeke mayîn de divê Abdullah Ocalan azad bibe.”