‘Rêxistinbûna jinan PDK’ê jî nerehet dike’ 2025-01-09 09:02:57   Nazlican Nûjîn Yildiz   ÎZMÎR- Jinan bertek nîşanê girtina saziyên aydê Tevgera Jinên Kurd û şîrketa produksiyonê ya ji JIN TV re naverokan çêdike ya li Silêmaniyê ji aliyê hêzên asayîşê ve hatiye girtin dan û diyar kirin ku desthilatdarî ji rêxistinbûna jinan ditirsin û ji ber vê jî saziyên jinan hedef digirin.    Di 31’ê Kanûnê de yekîneyên asayîşê li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê bi ser gelek saziyan de girtin. Di çarçoveya van serdegirtinan de serdegirtina şîrketa hilberîna medyayê ya bi navê Kompanya Gizîngê Berbeyan hat girtin, xebatên wê hatin rawestandin û sazî hat girtin. Heman rojê jî li hember rêxistinên mafê jinan operasyon hatin kirin. Rêxistina Niwêger û Navenda Rêxistina Merziye ya di bin bana Rêxirawên Jinên Azadixwaz ên Kurdistan (RJAK) hedef hat girtin, bi ser saziyan de hat giritn û dawî li faliyetên wan anîn.   Jinan bertek nîşanê hedefgirtina saziyan dan û bal kişandin ser rola Tirkiyeyê ya di vê mijarê de û gotin rêxistinbûna jinan bi qasî Tirkiyeyê PDK’ê jî nerehet dike.    ‘Hedefa zextan a ewil jin in’   Endama Piştevaniya Mor Dîdar Gul da zanîn ku hedefa ewil a zxetan jin û rêxistinên jinan e û wiha got: “Ewl jin hedef tên girtin. Ev rewş bi Tirkiye an jî Kurdistanê sînor nîne. Li her derê cîhanê em bi serhildana jinan re tên rû hev. Jin li dijî êrîşan xwe rêxistin dikin. Ji ber vê jî li her derê cîhanê rêxistinbûna jinan dibe hedef.Tecrube û têkoşîna tevgera jinên Kurd rastiyeke din jî nîşanê jinan daye.  Îro li her derê cîhanê behsa vê tevgerê tê kirin. Dîsa em behsa şerekî bi salane tê meşandin dikin. Di nava vî şerî de jinên Kurd destkeftiyên taybet û girîng bidestxistin. Ji ber vê jî ev êrîş divê pir alî bên fikirîn. Girtina van saziyan parçeyek polîtîka qeyûme. Ev bi zelal tê dîtin. Lê wê jin berxwedana xwe mezin bikin û serî netewînin.”   ‘Divê mirov li dîrok û erdnîgariyê binêrin’   Hevseroka DEM Partî ya Muglayê Neslîşah Çetînkaya jî da zanîn ku ji bo sedema girtina RJAK’ê bê analîzkirin divê li erdnîgarî û dîroka Kurdistanê bê nêrîn û wiha got: “Erdnîgariyek e ku dergûşa serdema neolîtîk e. Tê de têkiliyên mirovan yên wekhevî, adil, parvekirin û azad bûnê hene. Ya herî girîng jî civaka xwezayî, yanî civaka jin-dayik li vir dest pê kir û ji wir belavî cîhanê bû. Serdema ku zîhniyeta parveker û zîhniyeta hevpar a xwedîtiyê pêşketiye. Berhema zêde ya civakî pêş ket û îcadên herî mezin ên dîroka mirovahiyê di vê pêvajoya dîrokî de pêk hatin. Ev qonax ne tenê şoreşa gund û şoreşa çandiniyê ye, di heman demê de şoreşa rewşenbîrî, şoreşa jinê û şoreşa çandê ye û jiyan li dora jinê çêdibe. Çanda xwedawenda dayikê esas e. Yanî hêza ku cîhan veguherandiye dojehê hê jî şaristaniya jinê talan nekiriye û tune kiriye.”   ‘Serdest ji rêxistibûna jinan ditirsin’   Neslîhaşah Çetînkya di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku berxwedan û israra di rêxistibûna jinan de her tim bûye tirsa hêzên hegemonîk û got: “Girtina RJAK’ê hesabpirsîna hezaran saliye. Di civakê de guhertinek bê xwestin wê demê divê jin bikeve navendê. Ji ber vê serdest ji rêxistibûna jinan ditirsin. "   ‘Rêxistibûna jinan wan nerehet dike’   Hevseroka DEM Partî ya Aydinê Şukran Sari jî  ev tişt anî ziman: “Eşkere ye ku di vê mijarê de pêkhateya eşîrî ya paşverû li Başûrê Kurdistanê bi tifaqa faşîst re li hev e. Her çendî zîhniyeta cîhadîst mehkûmî çopê dîrokê ye jî dixwazin vê weke astengiya li pêşiya jina pêşenga azadiyê ya serdema me rakin. Hebûna rêxistinbûyî ya jinan li Başûrê Kurdistanê ji bo gihandina hişmendiya neteweyî ya hemû malbatên Başûrê Kurdistanê xwedî girîngiyeke mezin e. Ev rewş bi qasî Tirkiyeyê  PDK'ê jî bêzar dike."