Malbatên rojnamegerên hatin qetilkirin li Deriyê Xabûr tê astengkirin: Biryareke keyfî heye 2025-01-06 22:42:23   ŞIRNEX - Heyeta ku ji bo cenazeyên rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazîm Daştan bigire li deriyê sînor tên astengkirin.   Şandeya ji Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê Kamûran Tanhan, bavê rojnamevan Nazim Daştan, bavê rojnamevan Cîhan Bîlgîn, endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), MEBYA-DER’ê û DFG’ê pêk tê ji bo cenazeyê rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn werbigirin ji Nisêbînê ber bi Başûrê Kurdistanê ve derketin rê.   Şande gihîşt Deriyê Xabûr ê Silopiyayê û li vir şande ji aliyê Midûriyeta Polîsan a Silopiya ve bi hinceta “Xray” xerabe ye hat rawestandin. Beriya vê hinceta Xrayê were nîşandan şande nêzî du saetan li ber derî bi hinceta ku “sîstem çûye” hat sekinandin. Piştî ku şande derbasî beşa Xrayê bû vê carê jî bi hinceta ku Xray xerabe ye tê sekinandin.   Parlamenter Kamûran Tanhan ji ber vê hincetê bi Wezareta Karên Navxweyî û Wezareta Karên Derve yên Tirkiyeyê re hevdîtin pêk anî lê hê jî ji her du wezaretan ji bo derbasbûna şandeyê tu bersivek erênî nehatiye dayin.   Kamuran Tanhan ji deriyê sînor re bertek nîşan da û got, “Em îro saet di 16:00 de gihiştin Deriyê Sînor ê Xabûrê.  Niha saet 22:00 derbas bûye.  6 saet in em bi pêkanînên keyfî re rû bi rû ne.  Beriya her tiştî ji 100 wesayî hat şandin, wesayîta me hat hilbijartin hat rawestandin.  Ev neqanûnî ye.  Vê carê di kontrolkirina pasaportan de pirsgirêk derket û li pasaportên me mohr nekirin.  Em 6 saetan li vir in.  Derketina me bi zanebûn nayê dayîn.  Ji bilî me tu kes li benda me nîn e.  Wekî ku hûn dibînin, derî bi rastî vekirî ne, lê ji ber ku hişyariya 'çewtiya pergalê' tê dayîn, nahêlin em derbas bibin.  Ev rewş bi van gotinan kurtebir kir Em vê rewşê li vir bînin ziman ku niha li vir li hemberî me kiryarên dermirovî tên kirin."     Şande hê jî li Deriyê Xabûr ê Silopiya tê rawestandin.