Denîz Poyraz li ser gora xwe hat bibîranîn 2024-12-31 15:17:17     ÎZMÎR – TJA û Meclîsa Jinan a DEM Partiyê ya Îzmîrê Denîz Poyraz li ser gora wê bi bîr anîn.     Tevgera Jinên Azad (TJA) a Îzmîrê û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Meclîsa Jinan a Îzmîrê Denîz Poyraz a ku di 17’ê Hezîrana 2021’ê de li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê hat qetilkirin, li ser gora wê bi bîr anî. Malbata Denîz Poyraz, Dayikên Aştiyê, Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Anadoluyê ya bi malbatên ku xizmên xwe winda kirine (ANYAKAYDER), Nûnerê Herêma Egeyê yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û nûnerên bajar û navçeyan ên DEM Partiyê beşdarî bîranînê bûn.   Di bibîranînê de dayika Denîz Poyraz Fehîme Poyraz axivî û diyar kir ku herî zêde dayikên Kurd zarokên xwe winda kirine û her tim êş û azar dîtine. Fehîme Poyraz got, “Denîz, keça min, binêre, hemû dayik ji bo te hatine vir. Tu zaroka wan hemûyan î, tu ne tenê zarokê min î. Rojbûna te pîroz be."    Piştre kesên beşdarî bîranînê bûn li ser gora Denîz Poyraz kulîlk danîn.   Çalakiya bîranînê bi dawî bû.