Di sala 2024'an de 358 jin hatin qetilkirin 2024-12-31 09:05:48     Yeşîm Oruç   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daneyên ajansa me di sala 2024’an de 358 jin û 43 zarok hatin qetilkirin. Mirina 221 jinan û 31 zarokan jî bi guman e.    Polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHP'ê yên li dijî jin û zarokan di sala 2024'an de di zêdebûna tundiyê de rol lîst. Di dema ku mafên destkeftiyên jinan yek bi yek dibin hedef, zimanê şîdetê ku di medyaya dîjîtal û li kuçe û kolanan de serdest e û polîtîkaya bêcezakirinê ya darazê veguheriye komkujiya li ser jin û zarokan. Li aliyê din jinan dev ji têkoşîna jiyanê bernedan.   Li gorî daneyên ku me berhev kirin heta 26’ê Kanûnê di sala 2024’an de 358 jin û 43 zarok hatin qetilkirin, mirina 221 jin û 31 zarokan jî bi guman e.    * Di meha Çile de 27 jin û 4 zarok hatin qetilkirin, mirina 17 jin û 3 zarok jî bi guman e.    * Di meha Sibatê de 39 jin hatin qetilkirin û mirina 15 jinan jî bi guman e.     * Di meha Adarê de 24 jin û 2 zaroka hatin qetilkirin û mirina 24 jinan û 2 zarokan jî bi guman e.    * Di meha Nîsanê de 30 jin û 3 zarok hatin qetilkirin û mirina zaroke û 15 jinan jî bi guman e.    * Di meha Gulanê de 34 jin û 8 zarok hatin qetilkirin û mirina 18 jinan û 2 zarokan jî bi guman e.    * Di meha Hezîranê de 38 jin û 10 zarok hatin qetilkirin û mirina 2 zarok û 7 jinan jî bi guman e.    * Di meha Tîrmehê de 21 jin û 4 zarok hatin qetilkirin û mirina 22 jinan û 2 zarokan jî bi guman e.    * Di meha Tebaxê de 31 jin û 5 zarok hatin qetilkirin û mirina 15 jin û 3 zarokan jî bi guman e.    * Di meha Îlonê de 30 jin û zarokek hat qetilkirin û mirina 15 jinan û 4 zarokan jî bi guman e.    * Di meha Cotmehê de 43 jin û 6 zarok hatin qetilkirin û mirina 22 jin û 4 zarokan jî bi guman e.    * Di meha Mijdarê de 32 jin û zarokek hat qetilkirin û mirina 25 jinan û 5 zarokan jî bi guman e.    * Di meha Kanûnê de jî 10 jin û 6 zarok hatin qetilkirin û mirina zarokek û 6 jinan jî bi guman e.