Li Qamişloyê jinek hat qetilkirin 2024-12-29 21:51:38     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Qamişlo jinek ji aliyê xizmê wê ve hat qetilkirin.   Li bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinek hat qetilkirin. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA), jina bi navê H. li taxa Qidûrbeg a Qamişloyê ji hêla xizmekî wê ve hatiye qetilkirin.   Hat diyarkirin ku gumanbar teslîmê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajêr bûye.