ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2024'AN 2024-12-29 09:00:00     * Rojnameger Ceren Bayara da zanîn ku destê Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ne çek wênekêş hebû û bi vî awayî hatine qetilkirin. Rojnameger Ceren Bayar daxuyakirin ku li welatên ku demokrasî ne xurt be rojnameger hedef tên girtin.   *Endama ESP PM’ê Beycan Taşkiran ku tevl çalakiya nobetê ya li sînorê Pirsûs-Kobanê bû da zanîn ku ew hêzeke ku di şoreşa Rojava cih digirine û got: “Divê em ji vê rewşa fikarbûnê derkevin û ji bo Kobanê têbikoşin.” BI DÎMEN    *Çapemenî bi navek din hêza çaremîn. Di modela dewletê ya  xwe dispêre rêgeza hêzan; Saziyên zagonsaz, rêvebirin û û dadwerî weke sê hêzên ku pêkhateya “dewleta demokratîk” diparêzin têne zanîn. Bi pêşketina teknolojiyê re em hatine asta çapemeniya nû. Çapmenî îro em dikarin bêjin ku bûye hêza yekemîn. PANORAMA    *Siyasetmedara kurd û aktîvîsta TJA’yê Gulser Yildirim der barê girîngiya nobeta li sînorê Nisêbîn-Qamişlo axivî û got: “Em Rojava ji Bakurê Kurdistanê cuda nagirin dest. Êrişa li hemberî wir li hembere pêşeroja me, azadî, nasname û hebûna me ye. Divê gelê me xwedî li nobetan derkeve."  BI DÎMEN    * "Bi rastî jî ev çi ezab bû ev çi xezab bû? Ma wê çi kiribû, qey guneha wê ewqas mezin bû ku rehma Xwedanên wê jî têrî xilasbûna wê nedibû? Xwedan kê bû, çend heb bû? Madem hemû Xwedê bûn çima ji bo ku ji gunehên xwe xilas bibin pêwîstiya wan bi keviran hebûn? An jî kevira ewil çima ya mele bû?" JI PÊNÛSA JINAN