Danişîna doza Narîn Guranê bi mutalaayê didome 2024-12-26 15:57:36     AMED - Danişîna doza Narîn Guranê piştî navberê bi xwendina kurtasiya mutalaayê didome.    Danişîn duyemîn a doza qetilkirina zaroka 8 salî Narîn Guran a ku di 21’ê Tebaxê de li gundê Çûlî yê navçeya Rezanê ya Amedê winda bû û cenazeyê wê di 8’ê Îlonê de hate dîtin, tê lidarxistin. Danişîn, li 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê tê lidarxistin. Dayika Narîn Guranê, Yuksel Guran, birayê wê Enes Guran, apê wê Salîm Guran û cîranê wan Nevzat Bahtiyar di dozê de tên darizandin. Ji bo her çar bersûcan jî cezayê muebbeta girankirî tê xwestin. Her 4 bersûc û aprêzerên wan di danişînê de amade bûn.    Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê, parêzerên Baroya Amedê, parêzerên Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî û gelek siyasetmedar û nûnerên rêxistinên zarok û jinan tev li bûn.   Piştî navbera hatiye dayin, dozger kurtasiya mutalaayê pêşkeşî dadgehê dike.