Li dijî yekparêziya Emewî şoreşa jinê 2024-12-25 09:06:36   ÎZMÎR - Endama Yekitiya Jinên Elewî ya Demokratîk Songul Çelîk, da zanîn ku şoreşa jinan a li Rojava, zîhniyeta serdest ya mêr hejandiye û got: “Şoreşa Rojava ji bo hemû jin û gelan bûye hêvî. Ev têkoşîn di lêgerîna edalet û heqîqetê de rolek krîtîk dilîze.”   Endama Yekitiya Jinên Elewî ya Demokratîk Songul Çelîk der barê şoreşa li Rojava û geşedanên li Rojhilata Navîn de nirxandin kir, der barê têkoşîna azadiya jinê, pirsgirêkên netew dewletan û sêyemîn şerê cîhanê de axivî.   ‘Şoreşa jinê di hedefê de ye’   Songul Çelîk da zanîn ku şoreşa jinê serdestiya mêr red dike û ji ber vê hedef tê girtin û wiha got: “Li gelek dewletên Rojhilata Navîn ku îdia dikin ku demokratîk in, di tu cihekî de cih nadin jinê, jinê davêjin plana duyemîn sêyemîn. Rojava cihê heqîqet û maf ê ku zexta serdestan red dike ye. Ji ber vê jî êrîşê jinan dikin û ji jinan ditirsin."   ‘Jin li dijî pergala yekparêz dibêjin em hene’   Songul Çelîk di berdewamiyê de da zanîn li Rojhilata Navîn ji baweriyên cuda gel dijîn û wiha bi lêv kir: “Li vê erdnîgariyê bi hezaran salane pergala serdest a mêr a ferasaeta olî li mirovan empoze kirin. Jin xistin xizmeta mêr û kapîtalîzmê. Mafê gotinê nedanê. Jinan bi şoreşa Rojava gotin ‘em hene’. Ev jî ji bo zîhniyeta serdest xetereya mezin e. Netew dewletên bi rejîma komarê ava bûne dem bi dem xwe wek demokrat nîşan bidin jî ev dirêj berdewam nekiriye. Ji bo desthilatdariyên xwe bidomînin jin û gel avêtine plana duyemîn û li Tirkiyeyê jî qanûnên kemalîzmê ji jinan re azadî neaniye. Li Sûriyeyê jî wisa bû. Ger ku azadiya jinê û demokrasî hebûna wê hilneweşiyana.”   ‘Rêveberiya Xweser şoreşa jinê xist jiyanê’   Songul Çelîk destnîşan kir ku bi Rêveberiya Xweser re şoreş ajinê li her qadê nûneriya wekhev a ji bo jinê aniye. Songul Çelîk wiha bi lêv kir: “Li Rojava ne di gotinê de bi hêza heqîqetê bi têkoşînê xwe heyî kirin. Rêveberiya Xweser şoreşa jinê xist jiyanê. Şoreşa rojava li hemû cîhanê bû hêviya jinan. Ji ber vê girîng e. Bandor li her derê kiriye. Niha ji ber vê hovîtiyekê didin jiyîn. Wê jinan bikin bin zextan.”   ‘Dixwazin dema Muaviyê bidin jiyîn’   Songul Çelîk ev nirxandin kir: “Salên 1400’î de serê Hz. Huseyî jêkirin û li kolanên Şamê gerandin. Desthilatdariya Emewî zîhniyeta Muaviye temsîl dike. Tayyîp Erdogan dibêje ev cih teslîmê xwediyên wan hatiye kirin. Wek ku tenê nîjad û baweriyek Îslama Sunnî li vê erdnîgariyê jiyaye. Ev zîhniyeta selefî hemû aliyan tune dihesibîne û dixwazin Muaviyan bidin jiyîn. Bi împaratoriya tirsê dixwazin gel biçewisînin. Dixwazin kaosê biafirînin. Tişta niha li Rojhilata Navîn tê jiyîn sêyemîn şerê cîhanê ye.   ‘Tirkiye ji bo berjwendiyên xwe hewl dide’   Songul Çelîk balkişand ser rewşa Tirkiyeyê û got: “Em li Tirkiyeyê behsa yek damarekê nakin. Damarek li alî demokrasiyê heye. Damarek jî xeyala wan a li Şamê zîhniyeta Muaviye û deshtilatdariya Emewî heye. Tirkiye niha bi komên cîhadîst selefîst ji bo fêdeya xwe tevdigere.  Divê ewil dewletên Ewropayê xwedî li şoreşê derkevin.”   ‘Hewce bi pergalek nû heye’   Songul Çelîk wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hewce bi pergalek nû heye. Netew dewlet ji ber bi ser neket hilweşiyan. Ferasetên heqîqet û maf tune hesibandin nirx tune hesibandin îro tune bûn. Eşkere ye ku pergalên zîhniyeta desthilatdar li ser vê erdnîgariyê bi maf û heqîqetê re çi kirine. Lê li Mezopotamyayê jî bi pêşengiya jinên Kurd, bi piştgiriya Kurdan û gelên din ên ji nedîtî ve hatin, hêvî hate afirandin. Ev textê wan dihejîne û dibe sedema êşê. Pêwîst e em bi hemû nasname û baweriyan bi hev re li pişt şoreşa jinê ya Rojava bin. Ji ber ku wê demê êdî şer çênabe. Her wiha, ger bibe, êdî dinya namîne. Weke Kurdek, weke Elewî hêviya min heye.”