KESK ji bo piştevaniyê çû serdana JINNEWS û MA’yê 2024-12-24 20:20:39   RIHA - Platforma Şaxa KESK a Rihayê, ji bo piştevaniyê çû serdana MA û JINNEWS’ê.   Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemawerî (KESK) a Rihayê li dijî êrîş û girtinên li hember Çapemeniya Azad, ji bo piştevaniyê çû buroyên JINNEWS û Ajansa Mezopotamyayê ya Rihayê.   Di serdanê de bertek nîşanê girtina 7 rojnamegerên li Stenbolê hatibûn girtin hat dayîn.