Înîsiyatîfa Rojnamevanên Kurd: Ew bûn neynika nîşandana heqîqetê 2024-12-20 12:33:49     NAVENDA NÛÇEYAN - Înîsiyatîfa Rojnamevanên Kurd têkildarê qetilkirina rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daşdan daxuyanî da û got: "Nazim û Cîhan şehîdên heqîqetê ne. Ew şehîdên çapemeniya azad in. Em ê armancên wan pêk bînin, xwedî li mîrateya wan derkevin."   Înîsiyatîfa Rojnamevanên Kurd têkildarî qetilkirina rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştaş daxuyanî da.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:    "Dewleta Tirk qirker û dagirker e ji heqîqetê, ji rastiyan ditirse. Derewan dike û dixwaze her kes ji derewên wê bawer bike. Her kî rabe û derewa wê li rûyê wê bixe, dike hedef, dixwaze wan tine bike. Ev dewleta hov û barbar bi balafirên xwe yên biçek û bêmirov herî dawî li Rojava du hevalên me, du rêwiyên heqîqetê qetil kirin. Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan. 19’ê Kanûnê dema ji bo şopandina êrişên li ser gelê mezlûm ê Rojava ji Tişrînê berê xwe dabûn navçeya Kobanê Sirînê wesayîta wan hat bombekirin. Nazim û Cîhan şehîd bûn. Hevalê wan, ajokarê wesaîtê Ezîz hec Bozan jî birîndar bû.   Nazim û Cîhan li bakurê Kurdistanê dest bi karê rojnamevaniyê kiribûn. Cîhan bûbû belavkarê rojnameya Azadiya Welat û dixwest heqîqet bi rêya vê rojnameyê bikeve her malekê. Nazim jî li ajansa nûçeyan a Dîcleyê dest bi rêwîtiya ragihandina heqetê kiribû. Dema ku dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe êrişî Kobanê kirin, hingê derbasî Kobanê bûn. Bi kamera û pênûsa xwe rastiyê ragihandin, li cem gelê xwe bûn. Li temamê Rojava, ji Kobanê heta bi Reqayê ew bûn neynika nîşandana heqîqetê. Kedeke mezin dan.   Dewleta Tirk a dagirker ku ji siya heqîqetê jî ditirse, xwest bi qetilkirina wan ser rastiyan bigre. Ji qetilkirina Cengîz Altin heta bi Apê Musa û Gurbetelli Ersoz, ji Denîz Firat heta bi Gulistan û Hêro bi qetilkirinan nekarî ser hovîtiyên xwe bigre. Em bi hêrs in, lê em xemgîn nînin. Nazim û Cîhan bûn şehîdên heqîqetê. Ew şehîdên ragihandina azad in. Em ê xeyal û armancên wan bibin serî. Em ê li keda wan li mîrasa wan xwedî derkevin.   Ji bo ku ev hovîtî, ev êriş bên rawestandin, ji bo Nazim û Cîhan em bang li sazî û dezgehên raginandinê dikin, em bang li civaka navnetewî dikin. Bila li dijî sûcên dewleta Tirk bikevin nav hereketê. Dewleta Tirk şertekî din ê hiqûqa şer binpê kir. Rojnamevan hedef girt û ew qetil kirin. Em weke hevalên Nazim û Cîhan, em kedkarên ragihandina azad dava dikin ku dewleta Tirk were mehkemekirin û cezakirin."