ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2024'AN 2024-12-20 09:00:00     * "Rastiya penaberiyê naşibe tu tiştî. Gelê Mexmûrê her tim bi hêviya vegera axa xwe jiya. Ev jî girêdayê nirxên welatparêziyê bû. Ji bo Mexmûriyan her bihar vê hêviyê dihewîne. Gelê Mexmûrê ji bo nasnameyek azad, zimanekî azad di eniya pêş a têkoşîna Gelê Kurd de cih girt. Bêguman bandorên koçberbûnê li ser karakterên mirovan jî hene." JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ    *Jinan seranserê 2024’an bi daxwazên wekhevî, azadî û edeletê qad tije kirin. Dirûşmeya "Jin jiyan azadî" li cîhanê deng da û têkoşîna mafê jinan li gelek qadan bû pêşengiya veguhertina civakî. Çalakiyên li seranserê cîhanê, hêza berxwedan û piştevaniya jinan carek din danî holê. PANORAMA   *Jinên di nobeta sînor a li Nisêbînê de daxwaza aştiyê dubare kirin û gotin: “Em dixwazin ev şer raweste. Dema şerê Israîl-Fîlîstînê zimanê her kesî hebû, her kes diaxivî. Lê dema mijar dibe Rojava kes deng nake. Ev şer bila bidawî be. Em bi hev re dengê xwe bi cîhanê bidin bihistin wê şansê aştiyê hebe. Em dibêjin aştî ew tiştekî nabêjin.” BI DÎMEN    *Francesca Baruffaldî û Caterîna Posterîno ku di heyeta navneteweyî de cih girtin, balkişandin ser rola azadiya Abdullah Ocalan û gotin: “Tanasiyona Rojhilata Navîn bilind bûye û di demek wisa de di mijara Kurd de divê li gorî pozîsyona Abdullah Ocalan liv û tevger hebe. Ev girînge.”   * Hevseroka DAD’ê Kadriye Dogan, der barê êrîşên li hember Rojava û êrîşên HTŞ’ê yên li hember Elewiyan axivî û got: “Tê gotin ku Esad ji ber Elewî bû zalim bû û zilm kiriye. Lê Ne ji ber Elewî bû, rejîma Baas dîktator e. Tirkiye ji bo bi Kurdan re nebe cîran dixwaze li Sûriyeyê rejîma şerîatê bicih bike.” DÎMEN HEYE   * Endama Komîsyona Çapemeniyê ya ‘Koma Kampanyaya Femînîstan a li dijî Cînayetên Jinan’ Sîmla Sunay’ diyar kir ku armanca wan ev e ku berê xwe bidin kujerên jinan û got: “Li gorî min divê êdî jin tiştên ku mêr dikin biaxivin. Jin çima tên qetilkirin, kujer kî ne? Kujer li mala me, li kargerî û kolanên me ne. Çalakiya yekem wê di 22’yê Kanûnê de li Qada Beşîktaşê be.” DÎMEN HEYE