Bi bombebarana Tirkiyeyê 2 rojnamegeran jiyana xwe ji dest dan 2024-12-20 08:39:08     NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk careke din hevalên me yên rojnamevan kirin hedef. Di êrişa balafira bê mirov û biçek Tirkiyeyê de nûçegihana ajansa ANHA’yê Cîhan Bîlgîn û rojnamevan Nazim Daştan jiyana xwe ji dest dan.    Nûçegihana ajansa ANHA'yê Cîhan Bîlgîn û rojnamevan Nazim Daştan ku ji 8’ê Kanûnê (2024) ve li Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaqê êrişên dewleta tirk, komên girêdayî dewleta tirk û berxwedana li dijî wan dişopîndan, bûn hedefa êrişa balafirên dewleta tirk.    Rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan duh (19'ê Kanûna 2024'an) dema karê xwe yê rojnamevaniyê dimeşandin, saet di 15.20’an de, li ser rêya di navbera Bendava Tişrîn û bajaroka Sirînê de wesayita wan ji aliyê  balefireke bê mirov û biçek a dewleta tirk ve hat bombebarankirin. Di encama êrişê de herdu rojnamegeran jiyana xwe ji dest dan û ajokarê wesayîtê Ezîz Hec Bozan jî birîndar bû.