Taybet Înan hat bibîranîn 2024-12-19 15:14:02        ŞIRNEX - Taybet Înan di 9’emîn salvegera qetilkirina xwe de li kolana lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn. Di bîranînê de hate gotin ku heta faîlên Taybet Înan tên darizandin dê têkoşîna wan bidome.    Taybet Înan di 19’ê Kanûna sala 2015’an di dema qedexeya derketina kolanan a li Silopiya ya Şirnexê de ji hêla hêzên ewlekariyê ve hate qetilkirin û cenazeyê wê 7 rojan li erdê ma. Dayika Taybet Înan di 9’emîn salvegera qetilkirina xwe de li kolana lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn. Bîranîn, bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Silopiyayê ve hat lidarxistin. Malbata  Taybet Înan, Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, akîvîstên TJA’yê û hevşaredarên navçeyan tev li bîranînê bûn.   Beriya bîranînê girse heta li ber deriyê mala Taybet Înanê meşiya. Malbata Înan bi wêneyên Taybet Înan girse pêşwazî kir. Piştre jî girse derbasî kolana dayika Taybet lê hatibûn qetilkirin bû.     Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan di bîranînê de axivî û li gel Dayika Taybet hemû kesên di dema qedexeyan de hatin qetilkirin bi bîr anî. Newroz Uysal Aslan, wiha got: “Em ê vê hovîtiya li vê kolanê hatiye kirin ji bîr nekin. Di şexsê malbata Taybet de em hemû şehîdan bibîr tînin. Di sala 2015’an de li Cizîrê, Silopiya, Nisêbîn û Hezexê rûreşî û komkujiyeke mezin hate kirin. Di şexşê Dayika Taybet de mirovahî li vê kolanê mir. Cenazeyê wê 7 rojan û 7 şevan li vê kolanê ma. Me di wî wêneyî de hovîtî dît. Dayika Taybet bû sembola vê hovîtiyê. Me di komkujiya Roboskê de, me di qetilkirina Dayika Taybet de, me di qetilkirina Ayşe Buruntekîn de dît ku ev dewlet dijîtiya ax û nasnameya vî gelî dike.”    Bi domdarî Newroz Uysal Aslan bi lêv kir ku heta ku kujer hesabê didin dê têkoşîna wan bidome û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev Plana Têkbirinê ku dabûn destpêkirin, hêj niha jî didome. Di qetilkirina Dayika Taybet de yek kujer nehate darizandin. Îro dewleta tirk xwedî li van sûcan derdikeve û diparêz e. Lê em van sûcan qebûl nakin û ji bîr jî nakin. Heta ku kujer hesabê didin em ê têbikoşin. Dilê me îro bi êş e. Lê em dizanin bi qetilkirina Dayika Taybet nekarî vîna gelê Kurd tune bike û serî pê bidin tewandin. Heta ku hesab tê dayin dê têkoşîna me bidome.”     Piştî axaftinan, girse bi dirûşmên “Şehîd namirin” derbasî mala Taybet Înan bû. Piştî bîranînê girse çû serdana malbata  Ayşe Buruntekîn û Mela Hesen ên di dema qedexeyan de hatine qetilkirin û ew bi bîr anîn.