Li ser sînor bang kirin: Deriyên Îmraliyê vekin 2024-12-18 17:50:58   MÊRDÎN - Parlamenterê DEM Partiyê Kamûran Tanhan di çalakiya nobetê ya li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye destpêkirin de axivî û wiha got: “Heke hûn bixwazin pirsgirêkê çareser bikin, wê demê deriyên Îmraliyê vekin.”   Çalakiya nobetê ya li ser sînorê Nisêbîn a Mêrdînê û Qamişloyê li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter a SMO’yê hatiye destpêkirin di roja 6’an de didome. Ji saetên serê sibehê ve gelek welatî li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê hatin gel hev. Di çalakiyê de beşdaran pêşmalkên “Ji şer re na” û “Rojava rûmeta me ye” li xwe kirin û gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava" û “Rojava rûmeta me ye” berz kirin.    Ji bajarên derdorê jî gelek kes tevli çalakiyê bûn. Her wiha komeke qelebalix a ji Amedê hatî jî beşdarî çakiyê bû. Çalakvanan, li ser sînor daxuyanî dan.    'Bi Kurdan re hevdîtinê bikin’   Hevseroka DBP’a Amedê Sûltan Yaray di çalakiyê de axivî. Sûltan Yaray, berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke “berxwedana rûmetê” destnîşan kir û wiha got: “Divê em Kurd li dora vê berxwedanê bibin yek. Em xwedî li destkeftiyên xwe derkevin. Êrişên li wir tên kirin, li dijî destkeftiyên Kurdan e. Her çend di navbera me de sînor hebin jî, em heman gel in, em yek in. Kî bi kîjan mafan bijî, em jî dê bi wan mafan bijîn. Gelê Kurd êdî dixwaze li ser xaka xwe azad bijî. Ne bi çeteyan re, bi gelê Kurd re hevdîtinan bikin. Banga me ji bo hemû Kurdan û dostên wan e; li dora Rojava bibin yek.”    'Êrişî Rojava dikin’   Parlamenterê DEM Partiyê Kamuran Tanhan jî wiha got: “Ên dibêjin ‘em bira ne’ îro êrişî Rojava dikin. Divê her kes bizane ku îro roja hebûn û nebûnê ye. An em ê xwedî li Rojava derkevin an jî dê bi hev re tune bibin. Heke hûn Kurdan weke xwişk-bira bibînin, wê demê van çeteyan bidin aliyekî û bi kesên hûn jê re dibêjin bira re tevbigerin. Navnîşana çareseriya pirsgirêka Kurd, Abdullah Ocalan e. Her kes hesaba petrola li wir dike lê birêz Ocalan ji bo aştiyê têdikoşe. Bi rastî jî heke daxwaza we çareserkirina pirsgirêkê be, wê demê deriyên Îmraliyê vekin û bila her kes bizane bê Ocalan dibêje çi.”    Kamuran Tanhan, axaftina xwe wiha qedand: “Rojava, dilê me ye, Rojava dilê Kurdistanê ye. Em ê dilê xwe li erdê nehêlin. Dê têbikoşin.”