Gumanbarê destdirêjiyê hat binçavkirin 2024-12-17 17:44:44   ÎZMÎR- Mamosteyê bi navê Y.Ş yê li Dibistana Seretayî ya Ataturk a navçeya Selçukê mamostebû, bi îdiaya destdirêjî li xwendekaran kiriye hat binçavkirin.   Li Îzmîrê li gorî nûçeya rojnameyeke herêmî, li navçeya Selçukê, mamosteyê bi navê Y.Ş yê li Dibistana Seretayî ya Ataturk destdirêjî li xwendekran kiriye. Piştî ku hinek xwendekaran rewş ji malbatê re gotin bûyer derket holê. Malbatan agahî dan rêveberiya dibistanê û li ser gilîkirinê Serdozgeriya Komarê ya Selçukê lêpirsîn der barê gumanbar de da destpêkirin.   Gumanbar  Y.Ş du hat binçavkirin û kirariyên li emniyetê didomin. Îfadeyên zarokan jî ligel pedagodan tê girtin. Tê payîn Y.Ş îro derxin edliyeyê.