Gulistan Sonuk: Li pişt barîkatan talan û dizî heye 2024-12-17 16:11:14         ÊLIH - Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk a ku ketina wan a şaredariyê hat astengkirin wiha got, “Li pişt barîkata polîsan dizî, talan û wêrankirina çandî heye. "   Hevşaredarên Êlihê Gulistan Sonûk û Yeşîl Işik ên qeyûm tayînî şûna wan hatin kirin û endamên meclîsa şaredariyê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Girseya ku li Taxa Basin a li Kolana Amedê kom bû 50 metre dûrî şaredariyê ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Polîsên ku ketina şaredariyê asteng kirin, diyar kirin ku bêyî hincet nîşan bidin dê destûr nedin girse derbas bibe. Li ser vê yekê Gulistan Sonuk, anî ziman ku qeyûm û polîsan sûc kirine. Girseya gel piştî nîqaşeke demdirêj astengî şikand û li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li Kolana Gulistanê daxuyanî da.   Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Êlihê Songul Korkmaz li vir axivî û diyar kir ku qeyûman dijhiqûqî esas girtiye û got ku ew ê li hemberî vê yekê li ber xwe bidin.   'Li pişt barîkatan talan û wêrankirina çandî heye'   Piştre hevserok Gulistan Sonuk axivî û diyar kir ku ew ê serî li ber gefên polîsan natewînin û diyar kir ku piştî tayînkirina qeyûman jî pêkanînên dijdemokratîk dewam dikin. Gulistan Sonuk got, “Mafê me yê xwepêşandanê bi astengkirina bi hezaran polîsan tê astengkirin. Têketina me ya şaredariyê ku me ji sedî 65 ê dengan bi dest xist, tê astengkirin. Em baş dizanin ku li pişt vê barîkata polîsan çi diqewime. Qeyûmê ku şaredarî dorpêç kir û pişta xwe da polîsan li vir pêşeroja gel xirab dike. Em baş dizanin ku qetlîama çandî çawa dibe. Em baş dizanin ku wan çawa 3 milyar deyn li dû xwe hiştine. Li pişt barîkata polîsan dizî, talan û wêrankirina çandî heye. "   Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Kurdan”, “Qeyûm Talan e û berxwedan jiyan e” û “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.   Piştî daxuyaniyê hevserok û endamên meclîsa şaredariyê serdana esnafên kolanên Komando û Sîgorta kirin. Esnafan bi gulan û dirûşmeyên "Jin, jiyan, azadî" hevserok pêşwazî kirin.