Ji Dayikên Aştiyê bang: Ger em nebin yek em ê tune bibin 2024-12-17 14:56:57       AMED - Dayikên Aştiyê der barê şer û êrîşên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de daxuyanî dan û bang li Barzanî û ENKS'ê kirin  û gotin "Li dijî dijminê barbar ku para xwe ji mirovahiyê negirtiye, bibin yek."   Meclisa Dayikên Aştiyê têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniya li avahiya komeleyê de pankarta “Bila ENKS dev ji berdevkiya şerê taybet ê Tirkiyeye berde” hate vekirin.  Daxuyanî ji aliyê Berdevka Meclîsa Dayikên Aştiyê Havva Kîran û Kudret Eryilmaz ve hat dayîn.   'Bila keda  li Rojava hat dayîn vala neçe'   Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Kudret Eryilmaz diyar kir ku ji ber vê yekê wan diyar kiriye ku divê Kurd li 4 parçeyên Kurdistanê bibin yek. Kudret Eryilmaz diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê li Rojava dîsa bi qetilkirina zarok û jinan komkujiyan pêk tînin û wiha berdewam kir, “Bi komkujiyên komên çete hewl didin Rojava bikin Helebceya duyem. Ez wek dayikekê bang li Berzanî û ENKS’ê dikim: Hemû saziyên Kurd werin cem hev û bibin yek. Divê em li dijî vî dijminê hov ku para xwe ji mirovahiyê negirtiye, bibin yek. Tenê eger em bibin yek em dikarin birînên xwe derman bikin. Em miletek in ku li seranserê cîhanê belav bûye. Çima em destê xwe nadin hev? Kurdistan mezin e, besî me hemûyan e. Ger îro em nebin yek dê me yek bi yek tune bikin. Ez bang li Barzanî dikim; Tu dibêjî 'Ez serok im'. Divê hûn xwe bigihînin xuşk û birayên xwe yên li Rojava. Ji bo ku birînên me bên dermankirin bi hev re berpirsyariyê bigirin ser xwe. Bila keda   li Rojava hat dayîn  vala neçe. Ji gelê xwe re xizmetê bikin, ne ji yên din re. Ger em wek kurd bibin yek, wê hemû cîhan me nas bike.  Ji bilî vê tu çareya me nemaye.”   Bang li Barzanî kir: Êdî bes e!   Havva Kîran a ku piştre mafê axaftinê girt, bal kişand ser şerê ku diqewime û destnîşan kir ku divê Kurd di her çar parçeyan de bibin yek û li dijî dijmin derkevin. Havva Kîran got, “Ji niha û pê ve ji bo Rojava ya ku  ji aliyê hemû cîhanê ve  li ser bazar tê kirin, em destên xwe dirêjî hev bikin û li ber xwe bidin. Em ji vir bang li ENKS û PDK’ê dikin. Birêz Barzanî divê hûn bi zanebûn nebin amûra cîhanê. Em dibêjin  êdî bes e, tu jî bibêje em destê xwe bidin deste xuşk û birayên xwe.  Divê xwîna li Rojava tê rijandin bisekine. Rojava tene nehêlin.”   'Ji bo ku ev biryar vala dernekeve bila destê xwe bidin hev'   Paşê Havva Kiran daxwazên tifaqê yên hêzên Kurd wek Dayikên Aştiyê nû kir. Havva Kîran got, “Mazlum Kobanê  4 roj agirbest îlan kir û banga rawestandina şer kir, lê mixabin ne tank, ne top û ne jî balafirên wan ranewestiyan. Şerê xwe domandin. Her wiha bal kişand ser biryara derbarê Rojava de û bang li me kir ku em destê xwe bidin hev da ku ev biryar vala dernekeve.”   Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” û “Rojava en bi te ne ye” bi dawî bû.