Meşvanên azadiyê gihaştin Rihayê 2024-12-17 13:23:27    RIHA - Beşdarên "Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê" ya ku di pêşengiya DEKUP'ê de hat destpêkirin gihaştin Rihayê. Girseya ku li vir meşiya wê piştre daxuyaniyê bide.    Beşdarên "Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê" ya ku di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd" bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP) ji Amedê ber bi Enqereyê ve hat lidarxistin, gihaşt Rihayê. Girse dê ji Parka Alî Şellî ya Halîliyê ya Rihayê heta Qada Topçuyê bimeşin.