Komeleya Jinan a Rosa banga aştiyê kir 2024-12-16 20:19:25   AMED - Komeleya Jinan a Rosa li dijî êrîşên Tirkiyê û SMO'yê yên girêdayî wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga aştiyê kir û peyama ku divê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd muxatab bê girtin.   Komeleya Jinan a Roza li dijî êrîşên Tirkiyê û Artêşa Mîllî ya Sûriyê ya girêdayî wê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga aştiyê kir. Endamên Komeleya Hiqûqnasan a Ji Bo Azadiyê (OHD), Komîsyona Jinan a Amedê, Komîsyona Jinan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Piştgiriya bi Jinê re (DAKAH-DER) û Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) beşdarî daxuyaniya li Koşka Îskender Paşa ya li navçeya Sûr a Amedê bûn.   'Bêyî azadkirina jinê civak nikare azad bibe'   Seroka Komeleya Jinan a Rosa Suzan Îşbîlen di civînê de wihat got, "Têkoşîna me ya bi pêşengiya jinê; Ji bo şikandina tecrîda ku li ser jinan, gelan, baweriyan, ciwanan û hemû beşên din tê ferzkirin û avakirina azadiya civakî têkoşînek e. Şerên bi rejîmên netewe-dewlet ên ji aliyê modernîteya kapîtalîst ve weke çerxekê hatine afirandin û şîdeta rêxistinbûyî weke sermayeyekê tê meşandin, bi afirandina krîzên nû re sûcên li dijî mirovahiyê yên li dijî gelan û jinan dewam dikin. Qirkirina ku ji 7'ê Cotmeha 2023'yan û vir ve li Fîlîstînê tê kirin, şerê navxweyî yê ji sala 2011'an û vir ve li Sûriyeyê diqewime û şerên li Ûkraynayê dewam dikin, herî zêde zerar dane gelan. Bêyî azadkirina jinê civak nikare azad bibe. Em di wê baweriyê de ne ku çareseriya şeran neteweya demokratîk e û ji bo wê em ji aliyê siyasî ve têdikoşin. Biryardariya ku civak bêyî azadbûna jinê azad nabe, yekane nêzîkatî ye ku xwe dispêre avakirina nasnameya jina azad a neteweya demokratîk û avakirina jiyana demokratîk û wekhev a jinê weke sedema bingehîn a têkoşînê dibîne. Di vê wateyê de têkoşîna me û tifaqên ku me weke jinên Kurd ava kirine, di nava pratîkên herî girîng de ne ku çareseriyê bi rêxistin dikin."   ‘Serkeftinên hevserokatiyê hatin xespkirin’   Suzan Îşbîlen da xuyakirin, ku hêzên berxwedanê yên qet neqediyane, her tim mezin bûne û civakî bûne, destketiyên mîna hevjiyana azad, hevseroktî û rêxistinbûyîna xweser a resen afirandine û wiha bi lêv kir, "Şerên bêdawî û statukoyên nelirê yên heta niha çareseriyeke mayînde dernexistine holê û hewl hatiye dayîn rewşa krîza timî weke çarenûsê bê qebûlkirin. Bêguman polîtîkayên şerê taybet ên di salên dawî de li Kurdistanê li welatê me tên meşandin, ji şerên bi salan e tên meşandin ne serbixwe ne. Tundûtûjiya ku tim û tim û bi sîstematîk tê hilberandin; Li gelek qadên weke zayend, ekolojî û aboriyê pirsgirêkên civakî derdixîne holê. Ji ber ku sîstema bi serdestiya mêr, ku tê de faşîzm hatiye hûnandin, di tevahiya dîrokê de bi polîtîkayên dij jinê û kuştina jinan xwe parastiye. Bi hemû cudahiyên xwe re em bi hişmendiya berpirsyariya xwe ya dîrokî aştiyeke bi rûmet bi rêxistin dikin. Berpirsyariyeke dîrokî ya hemû têkoşerên azadiya jinê ye ku li hemberî metirsiya jinûve qetilkirina jinan li Sûriye û Rojava ji aliyê rêxistinên cîhadîst ên Îslamî, şerîatê ve kêliyekê jî bêdeng nemînin."    'Em daxuyaniyên Birêz Ocalan girîng dibînin'   Suzan Îşbîlen da xuyakirin ku weke jin ew di dema dawî de bi hev re diyalog û bangên çareseriyê yên hatine pêşxistin girîng dibînin û destnîşan kir ku avêtina gavên pêwîst hem li Rojhilata Navîn hem jî ji aliyê pêşeroja welêt ve girîng e û wihat dawî li axaftina xwe anî, "Di vê çarçoveyê de em girîng dibînin ku gotina Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan. Em bang li hikûmetê dikin ku hem hiqûqa navxweyî hem jî ya navneteweyî bi cih bîne, ji bo pêkanîna aştî û azadiyê bi rûmetî bi berpirsyarî rabe. Em Meşa Azadî û Çareseriyê ya di 16 'ê Çileyê de destpê kir girîng dibînin û banga hunermend û rewşenbîran a di 15 'ê Kanûnê de li Stenbolê kir, bi dengê ku em îro li vir bilind dikin, dubare dikin. Tekane hêza ku dikare tecrîda li ser civaka Tirkiyê û Kurdistanê bişkîne Birêz Abdullah Ocalan e, em bang li hemû jinên Tirkiyê û Kurdistanê dikin ku ji cihê ku lê ne tevlî vê meşê bibin, ji bo aştiyeke birûmet di azadî û çareseriyê de israr bikin û bi berpirsyarî rabin. Weke jin em dengê xwe bilind dikin ku diyar dikin ku li Rojhilata Navîn û li welatê me aştî ji her demê zêdetir pêdiviyeke jiyanî û lezgîn e Em hemû jinan vedixwînin banga me ya aştî û azadiya bi rûmet, bi taybet ji bo jin, zarok û hemû kesên din."   Daxuyanî bi dirûşmeya "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.