Piştgirî dan kampanyaya ‘Şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne’ 2024-12-16 15:59:39     ÎZMÎR - EGE-TUHAYDER’ê di çarçoveya kampanyaya “Şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne” de ji gelek girtiyan re pere şand.    Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE-TUHAYDER), di çarçoveya kampanyaya “Şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne” de li pêşiya Sumerbank a Kevin a li navçeya Konakê daxuyanî da. Piştre jî ji hinek girtiyan re pere şand. Li gel xizmên girtiyan, gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî beşdarî daxuyaniyê bûn.     Hevseroka EGE-TUHAYDER’ê Ayfer Yildirim diyar kir ku sûchesibandina şandina pereyan a ji girtiyan re nîşaneya “girankirina tecrîdê ye.” Ayfer Yildirim, bal kişand ser rêziknameya têkildarî şandina pereyan a ji girtiyan re û da zanîn ku nabe şandina pereyan a ji girtiyan re weke “fînansekirina rêxistinê” were nirxandin.    Ayfer Yildirim, ev tişt anî ziman: “Qedexeye ku xwarin, cil û berg û gelek pêdiviyên din ji derve ji girtiyan re bên şandin. Hemû pêdiviyên xwe ji kantînê dikirin û ji bo vê jî ji girtiyan re pere lazim in.”    Piştî daxuyaniyê, li Şaxa PTT’a Konakê ji girtiyan re pere hatin şandin.