Alîkariyên ji bo penaberan didomin 2024-12-15 20:05:43   NAVENDA NÛÇEYAN- Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Tebqayê alîkariyên xwe yên ji bo koçberên kantona Efrîn û Şehba û bajarê Helebê didomînin.   Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Tebqayê bi rêya komên ji endamên komîn û karkerên saziyan paketên xwarinê û pêdiviyên ji bo zarokan li koçberên kantona Efrîn û Şehba û bajarê Helebê didomîne.   Rêveberî van alîkariyan li koçberên li navendên mîna dibistan, mizgeft, hol û konên li bajarê werzîşê bi cih bûne, belav dike.