Li Sêwasê jinek hat qetilkirin 2024-12-15 17:36:00     SÊWAS- Huseyîn Kurt, dayika xwe Şehrîban Kurt û birayê xwe Hasan Kurt bi çekê qetil kir.   Li Sêwasê mêrê bi navê Huseyîn Kurt, dayika xwe Şehrîban Kurt û çêwikê xwe Hasan Kurt bi çekê qetil kir. Xizmên wan ku agahî ji malbatê negirtin agahî dan polîsan.   Ekîbên polîs û tenduristiyê ku hatin cihê bûyerê, tespîtkirin ku Şehrîban Kurd bi îşkenceyê hatiye qetilkirin.   Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin û gumanbar hat binçavkirin. Her du cenaze ji bo otopsiyê rakirin morgê.