Rêveberiya xweser banga hişyariyê li xelkê herêmê kir 2024-12-15 15:55:21        NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî hewldanên derxistina aloziya di navbera gel û mezheban de hişyarî kir û got: “Guh nedin nûçeyên derew û manîpulatîf.”    Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê bang li gelên herêmê kir ku nekevin bin bandora hewldanên hin aliyên ku dixwazin nakokiyên mezhebî derbixin û nûçeyên dûrî rastiyê belav dikin.   Daxuyanî wiha ye:    “Sûriye, piştî ku ji rejîma otorîter rizgar bû, serdemeke dîrokî û girîng derbas dike. Îro li welat pêşketinên mezin çêdibin. Ev hemû geşedanên ku li welatê me Sûriyeyê pêk tên bûne navenda siyaseta navneteweyî. Di vê pêvajoya guherîn û geşedanan de, hin alî bi gurkirina nakokiyên mezhebî û belavkirina nûçeyên dûrî rastiyê, dixwazin kêfxweşiya gelê me têk bibin. Ev alî tenê xizmeta ajandayên derve yên li dijî gelê Sûriyeyê dikin, nûçe û agahiyên derew li ser malperan û hin platformên ragihandinê belav dikin, hewl didin ku rewşa ewlekarî û aramiyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bibin û aştiya navxweyî û jiyana hevbeş di navbera gelên herêmê de xerab bikin. "    Bi domdarî li dijî hewldanên derxistina aloziyan ev bang hate kirin: “Em bang li gelê xwe dikin ku li hemberî van kiryarên ku tenê xizmeta dijminên gelê me dikin, hişyar bin û ji hemû nûçeyan bawer nekin. Tenê guh bidin agahî û nûçeyên ku bi rêya platform û dezgehên ragihandinê yê fermî û pêbawer têne weşanadin.  Em bang li rojnamevanan û xebatkarên çapemeniyê jî dikin ku agahiyên ji hêla alî û dezgehên fermî ve nehatibin piştrastkirin, neweşînin.   Em di wê baweriyê de ne ku gelê me yê ku li dijî terora cîhanî ya DAIŞ’ê li ber xwe da, têkoşîn û şer kir, ew ê karibe armancên xwe pêk bîne, bi zanebûna û hişyariyê şoreşa xwe û destketiyên ku bi saya fedekariya şehîdan û berxwedana gel hatine bidestxistin, biparêze.”