Li Minbicê, greva giştî 2024-12-15 13:06:45     NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên bajarê Minbicê bi armanca protestokirina rewşa tevlihevî û rewşa ewlehiyê ya xerab, greva giştî ragihandin.   Piştî ku komên girêdayî dewleta Tirk ketin kantona Minbicê, li bajêr kiryarên talankirin, dizî, kuştinê û revandina jinan zêde bûne.   Di 14’ê Kanûnê de şêniyên bajêr ji bo protestokirina sûcên komên girêdayî dewleta Tirk  (El Emşat û El Hemzat) û revandina endama Heyva Sor a Kurd Melek Qasim û birayê wê, dest bi greva giştî kir.   Komên paramîlîter bi ser mala endama Heyva Sor a Kurd Melek Qasim de girt û ew û birayê wê girtin, piştî ku birayê wê berdan hate gotin ku Melek birine Efrînê da ku li wir darizînin.   Her wiha komên paramîlîter xwaringeha Şahbender jî talan kirin, dema xwediyê xwaringehê Elî Cemal El Şêxanî hewl da li ber xwe bide, wan ew qetil kirin.   Komên paramîlîter her wiha  karwanê ku bo derxistina sivîlan roja şemiyê 14'ê Kanûnê bi hevkariya hêzên Koalîsyona Navneteweyî berê xwe dabû bajêr jî asteng kirin.