ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2024'AN 2024-12-15 09:00:00     *Jinan bertek nîşanê êrîşên li hember Rojava dan û gotin: “Çete jin û zarokan qetil dikin. Ev êrîş nîşaneya nefreta desthilatdariyê ya li hember gelê Kurd e. Wê hîna çiqas bidome. Ji gelê Kurd çi dixwazin. Em gelê Rojava silav dikin. Em heta dawî li gel wan in.” DÎMEN HEYE   *Yek ji navendên ku jin lê derfeta fêrbûna pîşeyî û aboriyê bidest dixin, Mala Bariş Bîlgî ya ku şaredariya Peyasê ava kiriye. Jinên li wir diyar kirin ku hem pîşeyê fêr dibin û rehabîlîte dibin. BI DÎMEN   *Fermandara Giştî ya YPJ'ê Rojhilat Efrîn, diyar kir ku rewşa şer û kaosa li Sûriye û Rojava dewam dike û hêzên navneteweyî divê bi baldarî û hestiyar nêzî bûyerên diqewimin bibin û got, "Îhtimaleke mezin heye ku çeteyên DAIŞ'ê ji vê rewşê sûdê werbigirin. Li herêmê û cîhanê çalakî û çalakiyên terorîstî pêk bînin."   *Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan têkildarî serdema qedexeya derketina derve ya sala 2015'an a li Cizîr û Silopiyayê got, "Di salên 90'î de, di salên 2015-2016'an desthilatdarî de têk çû. Gelê Kurd dizî nekir, ji bîr nekir û bi heman biryardariyê têkoşîna xwe domand." DÎMEN HEYE