‘Bila êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bidawî bin’ 2024-12-14 22:08:46   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek welatên Ewropayê êrîşên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin protestokirin û wiha hat gotin: “Zarokên me bi çekên ku we dane wan tên qetilkirin. Piştgiriya çek û aborî ya dewleta Tirk qut bikin û komkujiyên li Rojava rawestînin.”   Li gelek bajarên Ewropayê Kurdistanî û dostên wan bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) daketin qadan û êrîşên Tirkiyeyê û komên paramîlîter yên girêdayê wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.   Hamburg   Li bajarê Hamburg a Almanyayê bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk û çeteyên SMO yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşek hate lidarxistin.   Bi sedan çalakvanên Kurd û Elman beşdarî meşa ji aliyê pêkhateyên Meclîsa Jinan a Hamburgê Rojbîn ve hat lidarxistin, bûn.Beriya meşê parlamentera Partiya Çep a Hamburgê Cansû Ozdemîr axivî û diyar kir ku dirûşma "Jin Jiyan Azadî" êdî ji dirûşmekê derketiye û bûye manîfestoya azadiyê ya jinên cîhanê û her wiha ji bo desthilatdaran bûye kabûs.   Cansû Ozdemîr anî ziman ku êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên li ser Rojava ji ber tirsa ji Şoreşa Jinê ye û destnîşan kir ku di dawiyê de yê bi ser bikeve wê gelê Kurd û jinên Kurd bin.   Nivîskar û çalakvan Anja Flach diyar kir ku di encama hewldanên dewleta Tirk de cara duyemîn bi sed hezaran mirov koçber bûne û li herêmê trajediyeke mirovî hatiye jiyîn û got, “Roj roja xwedîderketina li gelê Kurd e.”   Parêzer û namzetê hilbijartinên pêş ê Partiya Çep a Hamburgê Yavûz Fersoglû jî anî ziman ku divê demildest piştgiriya çek û aborî ya ku dewletên rojavayî didin desthilatdariya Erdogan a faşîst bê rawestandin. Fersoglû wiha axivî: “Zarokên me tên qetilkirin û welatê me tê bombekirin. “Hûn jî bi qasî Erdogan sûcdarên vê komkujiyê ne.”   Meş li taxa Altoona bi berzkirina dirûşm û tilîliyan bi dawî bû.   Amsterdam   Li ser banga TJK-E’yê ya ji bo parastina Rojava bi sedan kes li Amsterdam a Hollandayê hatin ba hev û êrîş şermezar kirin.   Girseya ku beşdarî çalakiya ji aliyê Yekîtiya Jinên Kurd a Hollandayê (YJK-H) ve hat lidarxistin bûn ji Leîdspleînê heta Qada Damê meşiyan. Di çalakiyê de bi zimanên Kurdî, Îngilîzî û Hollandî daxuyanî hatin dayîn.Di çalakiyê de bê navber dirûşmên "Terorîst Erdogan", "EU financeerd Turkey bombardeed", "Jin Jiyan Azadî",  “Woman Life Freedom” û "Bijî berxwedana Rojava" hatin berzkirin.   Bremen   Êrîşên Tirkiyeyê û çeteyên girêdayê wê yên li dijî Rojava li bajarê Bremen ê Almanyayê hate şermezarkirin. Kurdistanî û dostên wan bi pêşengiya Înîsiyatîfa Riseup Fur Rojava-Defend Kurdistan Bremen, Meclîsa Jinê ya Sêvê û Gemeinsam Kampfenê li Hauptbahnhof ê Bremenê li hev civiyan û heta Domsheîdeyê meşiyan.   Ji  nûnertiya PYD'ê ya Bremenê Şêrzad Elo axaftinek kir û wiha got: “61 sal in civaka Sûriyê xeyal dike ku ji rejîma Baasê rizgar bibe û di atmosfereke demokratîk de bijî. Piştî ku ev rejîm hat rûxandin, me dît ku dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wê yên di bin desthilatdariya AKP-MHP’ê de êrîşî Minbicê kirin. Dixwestin êrîşî Şehba û hemû axên ku Kurd lê ne bikin û destkeftiyên Kurdan ji holê rakin. Em îro li vir in û ji dewleta Tirk a faşîst re dibêjin em li dijî karê we yê qirêj in. Em ê Sûriyeyeke demokratîk ava bikin. Em ê mafên gelê Kurd biparêzin.”   Saarbrucken   Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Saarbrucken a Almanyayê, bi meşeke girseyî êrîşên Tirkiyeyê şermezar kirin.   Di axaftinên beriya meşê de hat gotin, "Em li ku dibin bila bibin, em soz didin ku em ê destkeftiyên gelê xwe yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêzin.”   Friedrichshafen   Li bajarê Friedrichshafen a Almanyayê, Kurdistanî û dostên wan tevî barana zêde û hewaya sar, êrîşên Tirkiyeyê ên li ser Rojava şermezar kirin. Di mîtînga ku bi dehan kes lê amade bûn de timî dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava" û "Qatil Erdogan" hatin berzkirin.   Rouen   Li bajarê Rouen ê Fransayê êrîşên li ser Rojava hatin şermezarkirin û berxwedana YPG û YPJ’ê hat silavkirin.   Di daxuyaniyên bi zimanên Fransî û Kurdî de hate destnîşankirin ku Rojava ji pêvajoyeke dijwar re derbas dibe û wê çarenûsa hemû Kurdistanê diyar bike. Hat diyarkirin ku divê hemû mirovahî xwedî li Rojava derkeve û tevlî berxwedanê bibe.   Koln   Êrîş û hewldanên komkujiyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî Rojava li bajarê Kolnê yê Elmanyayê bi meşekê hate şermezarkirin.   Kurdistanî û dostên wan bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Kurd ên Demokratîk (YJKE) û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê li Hauptbahnof ê Kolnê hatin ba hev. Di çalakiyê de pankartên “Defend Rojava”, “Bijî berxwadana Rojava”, “United Agrinst Turkish Fascism” hilgirtin û alên YPG, YPJ û QSD’ê hatin vekirin. Li ser navê TJK-E Ayten Kaplan û li ser navê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk Mariya Muller bi Elmanî axaftin kirin. Piştî axaftinana çalakî bi dawî bû.   Nurenberg   Li bajarê Nurnberg a Almanyayê li dijî êrîşên li ser Rojava çalakî hate lidarxistin. Bi tevlîbûna girseya gel, mîtîng veguherî meşê. Di çalakiyê de wiha hat gotin, "Rojava bi ruhê Kobanê li ber xwe dide, ruhê Kobanê mizgîniya Kurdistanê ye. Êrîşên çeteyên dewleta Tirk ên li ser Rojava wê dawiya wan bîne.”   Bregenz   Kurdisatanî û dostên wan li bajarê Bregenz ku paytexta eyaleta Vorarbber a Awusturyayê ye, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşiyan.   Roma   Zêdeyî 50 hezar kesên ku li paytexta Roma Îtalyayê li hev civiyan, bi yek dengî qanûna ewlehiya DDL ku hikûmeta Melonî dixwaze di çarçoveya qanûna torbe de pêk bîne, protesto kirin. Komîteya Kurd a Romayê, UIKI û tora Rete Kurdistan ya dostên Kurd ên Îtalî ku beşdarî çalakiyê bûn, êrîşên Rojava şermezar kirin û xwestin demildest şerê ku dewleta Tirk û çeteyên wî li dijî Rojava pêk tîne were bidawîkirin.  Meş bi dirûşmeya “Biji berxwedana Rojava” û tilîliyan dewam kir.    Freiburg   Kurdistanî û dostên wan li ser banga TJK-E’yê û bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Nûda bi beşdariya komên Alman ên çep ên cuda li Europa Platzê li hev civiyan. Girse bi şîara “Rojava û Şoreşa Jinê Biparêzin” meş û mîtîng li dar xist.   Di çalakiyê de êrîşên dewleta Tirk û komên cîhadîst ên li ser Rojava hatin şermezarkirin. Danezana Tevgera Jinê ya Ewropayê di dema meşê de gelek caran hate xwendin û li kesên derdor hatin belavkirin. Di çalakiyê de peyamên komên çep ên Alman ên beşdarî çalakiyê bûn, hate xwendin.   Di çalakiyê de gelek caran dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadi” û “Biji Berxwedana Rojava” hatin berzkirin.   Innsbruck   Li Eyaleta Tirol a Awusturyayê ji bo piştevaniya bi Rojava re stand hat danîn. Kurdistanî û dostên wan li Kolana Marisa Terresia ya bajarê Innsbruckê ji bo piştevaniya bi Rojava re û şermezarkirina dagirkerî û komkujiyan standa Roj a Sor danîn.   Li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Innsbruckê Egîd Dêrik axivî û wiha got: “Niha pêwîstiya madî û manewî ya gelê me yê Rojava heye. Gelê me yê ku dixwaze alîkarî bike, eger li ser Roj a Sor a Kurdistan alîkariyên xwe bikin wê baştir be.”