Li Stockholmê êrîşên li hember Rojava hatin protestokirin 2024-12-14 18:31:47   NAVENDA NÛÇEYAN - Li patyexta Stockholm a  Swêdê Stockholmê êrîşên li ser Rojavayê hatin protestokirin û wiha hat gotin: “Em banga parastina Şoreşa Rojavayê li her kesî dikin.”   Bi banga Meclisa Jinan a Amarayê ya Stockholmê li pêşiya parlamentoyê çalakiya protestoyê hat lidarxistin. Di çalakiyê de li ser navê YJK-Îskandînavyayê Ayşe Dîdarê axaftinek kir.   Ayşe Dîdar wiha axivî: “Dewleta Tirka a faşîst û çeteyên faşîst ên paşverû, bi êrîşên xwe yên li ser Herêma Xweser a Rojavayê, li Sûriyeyê kaos û pevçûnan kûrtir dike û qetlîaman dike. Em ji vir dibêjin ku dê rejîma faşîst a Tirkiyeyê û çeteyên girêdayî wê negihêjin armanca xwe. Armanca van êrîşan di serî de jiholêrakirina şoreşa jinan a Rojava û destkeftiyên gelan in ku bi kedeke mezin bi dest xistine. Ji 29’ê Mijdarê heta niha, li Rojava, bi awayekî topyekûn li dijî gelê Kurd qetlîam tên kirin. Dijminahiya dewleta Tirk a dagirker sînoran nas nake. Em wek jin, li dijî van êrîşan her tim li kolanan bin; parastina Rojavayê parastina Şoreşa Jinan e.”   Di çalakiyê de dirûşmeyên “Dewleta Tirk ji Rojavayê bicehime”, “Destên xwe yên xwîndar ji Kurdistanê bikêşin”, “Bijî Berxwedana Rojavayê” û “Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin.   Di dawiyê de hat gotin ku ew ê çalakî berdewam bikin û wiha hate gotin: “Em bangî hemû gelê xwe, dostên xwe û her kesê alîgirê mirovahiyê ye dikin ku xwedî li Şoreşa Rojavayê derkevin.”